Welatiya Koreya Başûr Mîok An bi malbata xwe re li cem Kobanê ye

10:46

JINHA


RIHA - Welatiya Koreya Başurî Moîk An li hemberî berxwedana YPG û YPJ'ê û Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê bêhestiyarî nema û piştî demekê di nobeta berxwedanê de cihê xwe girt. Moîk piştî vegeriya welatê xwe vê carê malbata xwe anî û hat û careke din tevlî berxwedanê bû. Moîk û malbata xwe şev û roj di depoya alîkariyê de dixebitin.

Piştgiriya ji berxwedana li Kobanê li hemberî çeteyên dijmirovahî tê meşandin sînoran nasnake û piştgiriya wê berdewam dike. Hinek kes nayên lê bi alîkariyan şandin piştgiriyê didin kobaniyan hinek gel jî tên Pirsûsê û bi dildarî di konbajar, depo û belavkirina alîkariyan de cih digirn. Ji wavn kesna yeke jî Moîk An a ku ji Koreya Başûr e. Mîok li hemberî berxwedana YPG û YPJ'ê û Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê bêhestiyar nema û hate Pirsûsê. Moîk piştî hefteyekê li Pirsûsê dildarî xebitî vegeriya û bi xizmên xwe jî bi xwe re anîn û çareke din hate Pirsûsê. Moîk û malbata wê li depoyê der her karî dikin û diyar kirin ku dê hefteyekê li Pirsûsê bimînin.

‘Ji tu tişt nekirinê û rûniştinê....'

Moîk wiha got: "Ji rûniştinê û tu tişt nekirinê em fikirin bi xwe bên vir û hinek tiştan bikin, em hatin. Ji ber ku em dewlemend nebûn me alîkariya pere nekir lê em bi xwe hatin vir." Moîk diyar kir ku di depoyê de şev û roj her karê didinê dê bike û dê bixebite.

Mîok An anî ziman ku ji bo Kobaniyan her roj dua dikir û li her cihê diçûyê mexduriyeta gelê Kobanê jiyîn vegot û ji bo şervanên YPG û YPJ'ê çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê paqij bike duayan dike.