Cenazeyê Mehmet Zekî Soyal ê YPG'î şandin Nisêbînê
11:17
Kanûn
6
/ 2014
JINHA
RIHA - Cenazeyê Mehmet Zekî Soyal ê YPG'î yê li Kobanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû û duh êvarê anîbûn Rihayê şandin Nisêbînê.
Cenazeyê Mehmet Zekî Soyal (Zekî Bagok) ê YPG'î yê li Kobanê di pevçûna navbera şervanên YPG û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da duh êvarê ji aliyê MEYA-DER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hate wergirtin û ji bo otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Cenazeyê Mehmet serê sibehê ji aliyê rêveberên DBP'ê yên Rihayê, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan ve hate wergirtin û bi dirûşm û tîlîliyan ve şandin navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê.
(zt)
