Li Çanakalê îdîya jinek xwe întîhar kiriye
11:35
JINHA
ÇANAKALE - Li karxanya şîr ya li gondê Tûrkmeneli yê girêdayî Bayramîçe yê, jina bi navê Emîne Uslu,tê îdîa kirin ku xwe li karxaneyê bi darve kiriye û întîhar kiriye.
Li gondê Tûrkmenlî ya girêdayî navçeya Bayramîçe yê Çanakalê, Emîne Uslu (32) li karxaneya şîr kardikir,hat îdîa kirin ku nameyek bi gotina "Pêwîstbû ku wisabe" li şûn xwe hêşt û xwe întîhar kiriye. Li gorî agahiyan, Emîne di karxaneya şîr de kardikir. Roja 3 Kanûnê li ser kar winda bûye. Xebatkar li hemû beşê karxanê dest bi gera Emîne dikin, dawiyê li qata 2'ê Emîne bi awayek daliqandî dibînin. Di encama lêkolînê de derket holê ku Emîne li şûna xwe nameyek hêştiye û xwe întîhar kiriye.Cenazeyê Emîne ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneya Saziya Tip a Adli ya Bursayê.
(rt/zt)
