Sersaxiya şervana YPJ'ê Munevver berdewam dikin

11:40

 


JINHA


ÊLIH – Sersaxiya şervana YPJ’ê Munevver Şîmşek (Arjîn Avaşîn) bi girseyî hate ziyaretkirin. 

Serdanên sersaxiya şervana YPJ’ê Munevver Şîmşek (Arjîn Avaşîn) ku li Mala Şînê ya taxa Petrolkentê ya Êlihê didome bi girseyî hate ziyaretkirin. Ziyaret di pêşengiya DBP û MEYA-DER’ê de pêk hat. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, hevserokê DBP’ê Êlihê Mehmet Candemîr, hevserokên MEYA-DER’a Êlihê Afiye Savaş, Şukru Baytar, rêveberên DPB, MEYA-DER, DA-DER, KURDÎ-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. Li cihê şînê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz (Egîd), YPJ’î Şîmşek û alên PKK, KCK û YPG hatin daliqandin. 

Piştî xwendina duayan û rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'ê yê Êlihê Şukru Baytar axivî û diyar kir ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn gelê kurd berxwedanek dîrokê didin meşandin. Şukru anî ziman ku ligel bi hezaran cangoriyê xwe di riya têkoşînê de gelê kurd îro bi saya wan gihiştiye merheleyek cuda.

Dayika şervana YPJ’ê Munevver, Delal Şîmşek jî destnîşan kir ku keça wê bûye cangoriya Kurdistanê û ji tevahî gelê kurd re sesaxiyê xwest û got ku serê wê bi keça wê bilind e. 

Piştî axaftinan serdan bi dawî bû. 

(zt)