Seroka Swîsre ya nû Sîmonette Sommaruga hat hilbijartin

11:55

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Dadê ya ji Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Sîmonette Sommaruga di dengdana parlamentoyê de ji 200 dengan 181 deng wergirt û bû seroka Swîsre.

Ji bo ji nû ve hilbijartina Serokatiya Swîsre ya sala 2015’an li parlemanê hilbijartin hat kirin. Di hilbijartina Parlamentoya Federal a Swîsre de din ava 7 wezîran de Wezîra Dadê ya ji Partiya Sosyalîst Sîmannette Sommaruga ji 200 dengên parlamenteran 181 deng girt û bû Seroka Swîsre.


 


Di hilbijartinên her sal ji bo serokdewletiyê de Sommaruga ya 55 salî di 10 salên dawî de dengên herî zêde wergirtin û pêncemîn jina ku wê bibe serokdewleta Swîsre ye.  Sîmonette Sommaruga piştî ku hat hilbijartin bal kişand ser demokrasiyê û wiha got: “Di kolan û marketan de timî mirov nêzî min dibin û pirsên li ser demokrasiyê ji min dipirsin. Sala bê ez jî wê mijarê bînim rojevê, ezê li ser rawestim û bikim yek ji mijarên sereke.”
Sîmonette Sommaruga wê roja 1’ê Çileya 2015’an ji Didier Burkhalter postê serokatiyê wergirte û dest bi erka xwe bike.


 


(zt)