Ebeherd Kohl: DAIŞ jibomirovahiyêxetere ye
12:21
JINHA
RIHA - Sefîrê Almanyayê yê Enqereyê Ebeherd Pohl bi heyetekê re hat Pirsûsê û Şaredariya Pirsûsê ziyaret kir. Ebeherd diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo dewleta Tirkiyeyê jî xetere ye û ew jî li hemberî van çeteyên dijî mirovahiyê disekinin.
Sefîrê Almanyayê yê Enqereyê Ebeherd Pohl bi heyetekê re hat Pirsûsê û Şaredariya Pirsûsê ziyaret kir. Heyet ji aliyê Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan û Parlamentera Wanê Aysel Tugluk, Alîkariyê hevşaredarê Nasir Çagan, Hevserokê DBP'a Rihayê Îsmaîl Kaplan û Hevserokê DBP'ê yê Pirsûsê Îsmaîl Şahîn û Endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava Faruk Tatli ve hate pêşwazîkirin. Ebeherd ji parlamenteran û berpisyaran re derbarê alîkarî û rewşa welatiyên Kobanê yên li Pirsûsê dimînin de agahî girtin.
Di ziyaretê de Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan axivî û diyar kir ku dewleta Tirkiye destpêkê de gotibûn ku ji bo welatiyên Kobanê dê konbajerên 200 hezar kes lê bimîne vekin lê belê ev gotina wan wala derket. Îbrahîm destnîşan kir ku dewlet li ser vê gotina vala jî li ser navê AFAD'ê du konbajarên biçûk vekirin û wiha got: "Dewletê ji bilî wan konbajaran tu alîkarî nadin konbajarên din. Her wiha alîkariyê ji derve jî tê ji aliyê dewletê ve tên astengkirin."
'Dewlet bi DAIŞ'ê re hevpar e'
Îbrahîm bilêv kir ku ji welatiyên hatin Pirsûsê tenê ji sedî deh welatî li konbajarê AFAD'ê dimînin û yên din hemû li konbajarên ji aliyê şaredariyê ve hatine avakirin dimînin. Îbrahîm anî ziman ku bila dewlet li ser soz xwe bisekin e û bila peywira xwe bî cih bîne.
Aysel Tugluk jî diyar kir ku dewleta Tirkiye û çetayên DAIŞ'ê re hevkariyê dike û wiha got: "Li ber çavên dewleta tirk alîkariya çeteyên DAIŞ'ê dike û hevkariya wan dike. Ev helwest pir şaş e. Bila demildest dest ji vê siyasetê berde. DAIŞ ji bo Tirkiyeyê jî xetere ye. Birîndarên çeteyan li nexweşxaneyên Tirkiyeyê tên darmankirin. Birîndarên Kobanê jî yên tînin vir tên girtin. 4 roj berê 4 şervanên YPG'ê yên birîndar û bi awayekî fermî anîn vir hatin girtin. Divê dewlet dest ji aliya çeteyan berbe. Ev peywira wan e."
'Ji bo aştiyê û aramiyê divê pêvajo baş bi encam bibe'
Ebeherd Pohl jî diyar kir ku ji ber hate Pirsûsê gelek kêfxweşbûye û got ku li Almanyayê nêzîka 8 hezar kurd dijîn û berxwedana Kobanê bi hêzekê û bi coşekê mezin hat piştgirtin û dengek mezin derket. Ebeherd da zanîn ku berî her tiştî mirovatî girîng e û ji bo vê mirovatiyê tiştên ji destên wan tên dê bikin. Ebeherd ser pêvajoyê jî şîrove kir û wiha got: "Ji bo aştiyê û aramîyê divê ev pêvajo baş bi encam bibe. Ji ber vê yekê divê em wek Almanya jî Kobanê bi awayekî balkêş dişopînin."
'DAIŞ ji boTirkiyeyê jî xetere ye'
Ebeherd li ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya hefteyek berî li ser sînorê Tirkiyeyê ya Mûrşîtpinarê jî axivî û wiha destnîşan kir: "Min li Enqereyê li ser vê buyerê nûçe şopandin. Li ser sînorê Tirkiye çeteyên li ser navê islamiyetê hinek falîyeta dikin. Em li hemberî van tiştan in. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo Tirkiyeyê jî xetere ye."
(kom/zt)

