Berxwedana di roja 83'yemîn de ye silav kirin

14:06

JINAH


RIHA - Li gundên Mehser û Mîseynterê yên li sînor berxwedana Kobanê ya du roja 83'yemîn de ye bi sedan welatiyan zincîra mirovan pêk anîn û berxwadan silav kirin. 

Berxwedana Kobanê ya şervanên YPG û YPJ'ê ku ev 83 roj in li dijî çeteyên DAIŞ'ê didome li gundên Mehser û Mîseynterê bi zincîra mirovan a ji sedan kesan pêk anîn ve hate silavkirin. Piştî ku hate bihistin şervenên berxwedêr li başûrrojhilatê Kobanê operasyona paqijiyê li dijî çeteyan daye destpêkirin welatiyan govend gerandin û piştre jî zincîra mirovan a bûye kevneşopî pêk anîn. Xwendekarên ku endamên DEM-YOM'ê ne û ji zanîngehên Êlih, Çewlik û Çukurovayê û xebatkarên BEKSAV a Stenbolê hatine jî beşdarî zincîra mirovan bûn


Çalakgeran zincîr pêk anîn û ji bo berxwedêran rêz girtin. Piştre sirûda Çerxa Şoreşê xwendin û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" "Bijî Serok Apo" silavên xwe şandin Kobanê. Bi sedan kesên li sînor nobetê digirin bi govendan piştgiriyê didin operasyona paqijiyê ya ku YPG û YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê daye destpêkirin. 

(rt)