Li Geverê ciwanek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin

16:47

JINHA


COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di salvegera 3 welatiyên di 6-7'ê kanûna 2013'an de ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfazkirin de bûyer derketin û polîsan ciwaneke din qetil kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 6-7'ê kanûnê de 2013'an de ji ber taxrîpkirina gorên HPG'iyan bûyer derketibûn û polîsan M. Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçu hatibûn qetilkirin. Li navçeyê bi boneya selvegera qetilkirina 3 welatiyan bûyer derketin û polîsan bi tund êrîş li welatiyan kir. Polîsan li Duryana Sabanci êrîş li girseyê kir û bombeya gazê ya avêt welatiyan li wesayîta Serwêsa Erize ya VEDAŞ'ê ket. Di necama vê yekê de Karkerê VEDAŞ'ê Îlker Aslan ê ku di wesayîtê de bi giranî birîndar bû. Îlker ji aliyê hevalên wî ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Di çalakiyên li nêzî Petrola Hanê ya li ser riya Îpekê jî ciwanek bi giranî birîndar bû. Ciwanê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê ligel hemû mudaxeleyan nehate xilaskirin û jiyana xwe ji dest da. Ketin û derketina nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve tê astengkirin. 

Li navçeyê li ser riya Şemzînan, taxa Esenyurt û Duryana Riya Oremar bûyur berdewam dikin.

(zt)