'Em bi 200 erbanan li benda azadiya Kobanê ne'
08:42
JINHA
RIHA - Zarokên ji Kobanê hatinin Pirsûsê û di konbajaran diminin û di van konbajaran de perwerda çand û hûnerê dibinin. Li konbajarê Arîn Mîrxan Konê Çand û Hûner a Delîla hatiye vekirin. Xebatkarê Konê Çand û Hûnera Delîla Mehmet Karakiş diyar kir ku pêdiviyên wan bi amûrên muzîk ê heye û wiha got: "Dema Kobanê azad bibe emê bi 200 endamên xweyên çandê bi erbanan derbazî Kobanê bibin û pîrozbahiya rizgariyê bikin.”
Zarokên ji Kobanê hatinin Pirsûsê û di konbajaran diminin û di van konbajaran de bi navê perwerda çand û hûnerê dibinin. Li konbajarê Arîn Mîrxan bi navê Konê Çand û Hûner a Delîla hatiye vekirin û di wî konî de perwerdeya erbanê, govend, koroya zarokan, drama û şano tên dayîn. Xebatkarê Konê Çand û Hûnera Delîla Mehmet Karakiş da zanîn ku bi hezaran zarok ji welatê xwe penaber bûne niha pêdiviya wan zarokan bi amurên muzîkê hene. Mehmet destnîşan kir ku 200 şagirtên wan hene û bi awayek coş û balkêş perwerde tê dayîn.
'Em dibêjin dil yek be, ax jî yeke, ax yek be sînor jî bê wate ye'
Mehmet da zanîn ku Pirsûs û Kobanê yek e û ji bo zarokên Kobanê çand û hûnera xwe ji bîr nekin çi ji destên wan bê dê bidin. Mehmet anî ziman ku ev şer wê biqede û ev zarok dê li welatê xwe çanda xwe berdewam bikin û wiha domand: "Dema welatiyên Kobanê hatin gelek zext û zorderstî kişandin. Em gelê Pirsûsê me tu carî wan tenê bernedan û her tim em li hevdû xwedî derdikevin. Em dibêjin dil yek be, ax jî yeke, ax yek be sînor jî bê wate ye. Me qet navber nexisti ye nava Kobanê û Pirsûsê. Pirsûs ji bo me çi be, Kobanê jî ew e. Ji bo zarokên me fêrî çanda, hûner û zimanê xwe bibin em ê her tiştî bikin."
‘Pêdivî bi amûrên muzîk ê henine’
Mehmet herî dawî jî got ku dema Kobanê azad bibe dê bi du sed endamên xweyên çandê bi erbanan derbazî Kobanê bibin û dê li wê pîrzbahiya rizgariyê bikin. Mehmet bi lêv kir ku ji bo perwerdê bide zarokan hinek kêmasîyên wan hene û ev tişt got: "Ji ber ku endamê me pirin di aliyê amûrên muzîkê de kêmaniyên me hene. Pêdiviya me bi erbane, gîtar, tembûr, def, cil û bergên folklorîk jî hene. Ki çi kari be li gorî derfetên xwe alîkariyê bide dê ji bo berdewam kirina xebatên me başbe."
(kom/zt)
