‘Armanca me yên nayên dîtin derxistina pêşe’
10:20
Helin Yıldırım/JINHA
ANTALYA – Li Antalyayê Ekîba Filîman ya ji xwendekaran pêktê bi boneya kişana belgesela ‘Astengiya Veşartî’ ji aliyê Komeleya Piştevaniya Berastengên Bedenî ve hatin xelat kirin. Ji Darhenerên Filîm Sultan Koca diyar kir ku hîna zayendî û eşq di nava civakê de wekek tabûyekê tê dîtin û got: “Armanca me dîtina yên weke yên dinê li wan tên nêrîn û nayên dîtine.”
Xwendekarên Zanîngeha Akdenizê jî di nava Ekîba Filîman ya Antalya de cîh digirin. Dibin darhineriya darhiner Sultan Koca û Furkan Ozdemir de belgeselek bi navê “Astengiya Veşartî” hat amadekirin. Bi boneya amadekirina vê belgeselê ekîb ji aliyê Komeleya Piştevaniya Berastengên Bedeni ve hatin xelat kirin. Darhêner Sultan Koca bi pirsa “Di nava berastengan de zayendîtî çawan dibe?” ketina rê û kişana belgeselê nirxandin kir û wiha got: “Min di pirtûkekê de du berastengên di marketekê de hev maç dikirin mêrek nêzî wan dibe û dibêje ‘Hun di ferqêdene ku pir gorintiyek xirab didin.’ Piştî vê min jî ji xwe pirsî gelo jiyana berastengekê ya zayendî çawaye? Paşê jî ez ser fikirîm çima em vê ne kişînin û li ser wî bingehî ez bi ekîba xwe re axivîm. Dema ku hat pejirandin êdî me dest bi lêkolînan kir. Ji bo xebatek wiha me bertekên erênî girtin.”
‘Zayendî û eşqa tabû’
Sultan balkişand ser zayendî û eşqa tabû ya din ava civakê de û wiha dibêje: “Piştî lêkolînan me girêdayî mijarê hinek roportaj girtin. Me hewilda xwe bigihînin berastengên cuda cuda. Me mijarên weke dîtin û di bedenê de berasteng girt dest. Mînak me jiyana berastengek xwendekarê zanîngehê mereq kir. M edu berastengên bi hev re zewiciyî girtin dest, wan jî mala xwe ji bom e vekir. Zarokek wan hebû lê ew zarok ne berasteng bû.”
‘Mijarek bi cesaret’
Sultan anî ziman ku wan mijarek bi cesaret girtine dest û wiha berdewam kir: “Me ne dixwest em hevalên xwe yên di belgeselê de dilîzin bişkênin. Ji bo ku em bikarin bi rehetî nêzî wan bibin me bi derunasan re hevdîtin kir. Ez bi hevalên xwe yên ekîbê re em li gel yên din ava belgeselê de dilîzin geriyan, ji bo baweriya wan b ime bê me bi hev re dem derbas kir. Ji ber me mijarên cuda girtibûn dest di berhevkirina wan de em henek ketin zorê. Ji ber pir ser hestên zayendî ne peyîvîn, em neçar man ku zêdetir ser eşqê bisekirin. Ji ber filîmê mey ê despêkê bû me zêdetir lîstokvanên xwe serbest hêlan. Dibe k udi hinek aliyan de seran ser bû û derket ji derveyî mijarê jî lê cardin ji bom e giring bû.”
‘Divê nêrîn bê guherîn’
Sultan bilêv kir ku wan ji kesên belgesel temaşekirine bertekên erênî girtine û wiha dom kir: “Divê jiyana berastengan ji aliyê tu kesî ve neyê zor kirin. Ji bo wê jî divê hişmendî bê dayîna civakê.”
Sultan wiha axaftina xwe domand: “Armanca me yên din ava civakê de weke yên dinê tên dîtin derxistina pêşe. Hevalên me yên berasteng ne mehtacê mene, lê divê em bi nêzîkatiyên xwe weke ku ew kêmin nêzî wan nebin. Dema ku em wan paş de di hêlin, di avêjin piş xwe wê demê ew jî xweke bê nirx nêzî xwe dibin û dest ji xwe berdidin. Bi tayîbetî jî jinên berasteng xwe didin paş. Divê em wan hestan bi wan nedin jiyan kirin. Em wan derxin pêş. Dibe ku ev hema çênabe lê divê hişmendiya bi vî awayî nêzîkatî li wan kirinê bê bihêz kirin.”
(zt)

