Dayîka Ferhan a sînor terk nake
10:35
JINHA
RIHA - Dayîka Ferhan a ku ji roja yekemîn heya niha di nobeta berxwedanê ya li sînor de cihê xwe digirin ligel nikare bê gopal bigere dîsa jî sînor terk nake. Dayiya Ferhan berê jî 3 caran ketiye girtîgehê û wiha dibêje: "Ez ji rewşa xwe nerihat nîn im û divê hemû kesên xwedî wijdan bên sînor."
Dînamîka herî girîngî a çalakiya nobeta berxwedan sînor a li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê Dayîk in. Dayîkên jê zarokên wan niha li Kobanê di nava refên şervanên YPG û YPJ'ê de şer dikin û zarokên hinek dayîkan jî berê tevlî berxwedan û têkoşîna azadiyê bûne ji roja ewil heya niha li sînor in. Ji dayîkên li sînor Ferhan Akbulut (56) a ku ji ber di her du piyên wê de platîn heye bi du gopalan dimeşe ye. Ferhan ligel bi du gopalan dimeşe jî dîsa sînor terk nake. Ferhan ji ber di sala 2003'an tevlî daxuyaniyeke çapemiyê bû û kincê kesk, sor û zer li xwe kir 3 mehan, di sala 2007'an ji ber tevlî meşa Amarayê bûn 33 rjan û herî dawî di sala 2010'an de jî 8 mehan di girtîgehê de ma.
Ligel di destê wê de gopal hene jî sînor terk nake
Dayîka Ferhan axivî û wiha got: “Ez bixwazim jî ez venagerim malê û perçeyeke min li vir e. Zarokê min li wir şer jî neke hemû kesên li wir şer dikin zarokên min in. Em dê heya dawî çalakiya xwe ya nobetê berdewam bikin." Ferhan, diyar kir ku di destê wê de gopal hebe jî dê ber xwe bide û bang li dayîkên heya niha nehatin sînor kir û wiha axivî: "Em xeta sînor vala nehêlin." Ferhan da zanîn ku tu zext berxwedana wan asteng nakin û wiha pê de çû: "Çend roj hatin kon hilweşandin. Lê em teqez dest ji berxwedanê berandin. Em li vir di axuran de dimînin radikevin lê em bi gazinc nîn in."
‘Serkeftin dê ya gelê kurd be'
Ferhan şervanên li Kobanê ji bo mirovahiyê ber xwe didin jî pîroz kirin û bilêv kir ku baweriya wan a li hemberî serkeftina wan tam e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ew ji bo gelê xwe, şeref, nasname û axa xwe şehîd dikevin. Ez li vir hemû şervanên li Kobanê silav dikim. Ez êşa dayîkên şehîdan parve dikim. Serkeftin dê ya gelê kurd be."
(zt)

