Silava roja 84'emîn a berxwedanê

11:35

 


JINHA


RIHA - Welatiyên li gundê Mehser û Miseynterê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li sînor nobetê digirin her roj serê sibê zîncîra mirovan pêk tînin û şervanên YPG û YPJ'ê silav kirin.

Welatiyên ji bo piştgiriyê bidin şervanên YPG û YPJ'ê yên 84 rojin li hemberî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ber xwe didin li gundên Mehser û Miseynterê nobetê digirin her roj serê sibê zîncîra mirovan pêk tînin.Welatiyên serê sibê paqijiya derdorê dikin xwendekarên DEM-YOM'ê jî tevlî bûn û pişt re berê xwe dan Kobanê û berxwedan silav kirin. Di dema çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bê serok jîyan nabe” hatin berzkirin. 

(zt)