Heyva Sor ji Kobanê re 6 TIR alîkarî şandin
12:23
JINHA
RIHA - Heyva Sor a Kurdistanê, 6 TIR alîkariyên zivistanê ji bo Kobaniyan şand. Heyva Sor a Kurdistanê ya navenda wê li Eyeleta Vesefalya a Bakûrê Ren a Elemanyayê (NRW) ji bo Şengal û Kobaniyan bê navber xebatên xwe yên alîkariyên berdewam dike. Heyva Sor a Kurdistan, 6 TIR'ên alîkariyên weke kon, kinc, sol û soba şandin.
Alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê şandin kon birin konbajarê Şaredariya Pirsûsê nû li nêzî gundê Kulunç ji bo 10 hezar Kobaniyan ava kirî û alîkariyên din jî birin depoya Garaja Şaredariyê û dê wan jî li Kobaniyan belava bikin. Endamê Meclîsa DBP'ê û Endamê Koordînasyona Navenda Şengal û Rojava Huseyîn Yilmaz diyar kir ku piştî koçberiyê dest pê kir xebatên koordîsayonê ava kirin û di nava koordînasyonê de partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî jî hene.
Amadekariyên konbajarê nû
Huseyîn anî ziman ku li Pirsûsê 5 konbajar avakirin û niha amadekariyên konbajareke din ava bikin dikin û piraniya hewcehiyên xwarin û kincan ên Kobaniyan piranî ji aoliyê Heyva Sorî şaredariyên DBP'î û welatiyên xêrxwaz ve pêk tên. Huseyîn da zanîn ku ji bo gelê Şengal û Kobanê bi rihê seferberiyê dixebitin û wiha got: "Em ji bo Kobaniyan konbajarê nû ava dikin. Heyva Sor hezar û 200 kon çandin em dê bi wan ava bikin. Ligel dewleta astengiyan derbixe jî em bi alîkariyên tên hewcehiyên Kobaniyan bi cih tînin."
(zt)

