'Birayê min terkî mirinê kirin'
10:17
JINHA
RIHA - Ciwanê Kobanê yê bi navê Eso Salîh Xillo yê ku 3 roj berê leşkera bi panzerê serî wî pelixand û ligel di pişt û piyê wî de hestiyên şikantî hene nayê emeliyetkirin. Birayê Eso Teyar Xillo helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî gelê Kobanê şermezar kir û got ku heta niha tu rayedarên dewletê alîkariya wan nekir û wiha got: "Helwesta Tirkiye û DAIŞ'ê yek e. Birayê min terkî mirin ê kirin. Heke tiştek bi birayê min bê berpirsyar dewleta Tirkiyeyê ye."
Welatiyê Kobanê yê bi navê Eso Salîh Xîllo (25) yê ku 3 roj berê li gundê Boydê yê sînorê Pirsûs û Kobanê ji aliyê panzera leşkeran ve ewil motosîkleta wî xistin û pişt re pelixandin, piştî mudaxeleya yekemîn a li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hate kirin. ji ber di pê û pişta Eso de hestî şikestine divê bi lezgînî bê emeliyeta kirin lê sê rojin li nexweşxaneyê didin sekinandin û emeliyeta wî nakin. Birayê Eso, Teyar Xillo bertek nîşanî helwesta Tirkiyeyê da û anî ziman ku heya tu rayedaran alîkarî ne dayin wan.
'Helwesta Tirkiyeyê û DAIŞ'ê yek e'
Teyar diyar kir ku dema li ser sînor bû di hate aliyê Tirkiyeyê rastî êrîşa leşkeran hat û birayê wî bi giranî birîndar kirin. Xillo destnîşan kir ku helwesta dewleta Tirkiyeyê ne dûrî çeteyên DAIŞ'ê ye û wiha got: "Di ling û pişta birayê min de hestî şikestine û dîsa di ruyê wî de jî hestî şikestin e. Divê demil dest bê emeliyatkirin. Ev sê roj birayê min di bin êş ê de dinale."
'Birayê min terkî mirin ê kirin!'
Teyar da zanîn ku heta neha birayê wî qet ne hatiye dermankirin û kes xwedî lê derneketi ye û wiha axivî: "Birayê min bê sedem birîndar kirin. Yên ev yêk kirin tu cudahiya wan ji çeteyên DAIŞ'ê tune ye. Birayê min terkî mirin ê kirin. Leşkerê Tirkiyeyê ji aliyêkî li me dixin, çete jî ji hêlek ê li me dixin. Ger tiştek bi birayê min ver e berpirsyarê wî dewleta Tirkiyeyê ye. Ev sê roj li vêderê ne. Em nizanin em ê çi bikin. Kes alîkariya me nake. Her wiha leşkeran dest danîn ser alavê birayê min. Dema min ji leşkeran pirsî gotin ku 'em nizanin'. Ev yek dizîtî ye."
'Ew ji çeteyan bêwîjdantir derketin'
Pismamê Eso jî der barê buyerê û li ser helwesta Tirkiyeyê ev tişt got: "Em baş dizanin ku Tirkye û DAIŞ hevparên hev in û bi hev re tevdigerin. Pismamê min ev sê roj li ber mirinê ye. Heta niha kesî ne melhem ne jî êşbir danin. Divê bi awayekî bilezgînî emelyat bibe. Dema em ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan me got Tirkiye dê li me xwedî derbikevin. Me nizanibû dê dewleta Tirkiyeyê ji wan zilimkar derbikev. Mixabin ew ji çeteyên hîn xerabtirin."
(kom/zt)

