'Heta Kobanê azad nebe ez lîstikan nalîzîm'

10:42

 


JINHA


RIHA  - Zaroka bi navê Binevş (5) û malbata xwe ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warên xwe terkirin û hatin Pirsûsê û di Konbajarê Kobanê de dimînin. Binevşa biçûk her roj bi hêviya azadiya Kobanê radikeve û radibe û her tim di xewnên xwe de Kobanê dibîne. Binevşê got "Heta Kobanê azad nebe ez di nav zarokan de lîstikan nalîzim."

Bi hezaran welatiyên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warên xwe terkirin û hatin Pirsûsê. Ji welatiyên hatin piranî zarok, jin û kesên pîr in. Ji zarokên koçberbûyîn yek jî Binevş a 5 salî ye. Binevş (5) bi malbata xwe ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji welatên xwe koçberbûnin û hatin Pirsûsê û li Konbajarê Kobanê têkoşîna jiyanê dide. Binevşa biçûk her roj bi hêviya azadiya Kobanê radikeve û radibe û her tim di xewnê xwe de Kobanê dibîne. Binevşa biçûk gelek tiştan ji temenê xwe yê biçûk zêdetir dizane û her tim li ser Kobanê û şervanê YPJ û YPG kilaman dibêje, helbesta dixwîn e û cîrokan vedêbêje. Binevşa biçûk hemû srudên kurdî jî dizane. Binevş hînî dest bi dibistanê nekiriye lê dîsa jî 25 paytextê welatan biyanî dizane. 

Ji bo şervanên YPG û YPJ'ê her roj dua dike

Binevş got ku heta Kobanê azad nebe ew di nava zarokan de lîstikan nalîz e. Binevş destnîşan kir ku xwestekek wê tenê heye û ew xwesteka wê jî hêzên YPG û YPJ'ê Kobanê ji çeteyan paqij bikin û veger e welatê xwe. Binevş bilêv kir ku her şev şervanê YPG û YPJ'ê tên xewnên wên û ji bo azadiya Kobanê dua yan dike. Binevş kilamên li ser berxwedana Kobanê û şerwanê YPG û YPJ'ê hatî gotin wiha got: 

"Ez çîroka zemananim. Gul û sosin û baranim, wek çiyayên Kurdîstanim
Ez dilovanim wek îranim. Xemla dilê min wek şêran e
Gula dilê min Kobanê ye. Ew melhema dil û can e
Ez sêvî me bi hêvî me. Ji bo Kurdîstanê li vir mayî me 
Ji bo gelê me bibin yek, ji bo nebin bindest

Gelê Kobanê dest danin hevde rabin şer 
Çekên xwe hildan YPG çûn şer, ala xwe rakin kesk û sor û zer
Ey hevalên dilovan, ey hevalê Mahmûd hûn tu carî namirin
Hûnê di dilê me de jiyan bikin, soz û ala xwe hildayî û em ê her dem bilin bigrin
Şehîd namirin û şehîd namrin. Serkeftin ji hevalê Kobanê re
Bijî berxwedana YPG, YPJ û Bijî berxwedana Kobanê. Spas."

(kom/zt)