Ji bo hinek zarokên din jî nemirin…

11:05

 


JINHA


RIHA - Halîme Tekîn a ku hevjînê wê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin û 2 zarokên wê jî li refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dane dibêje: "Êdî bila hin zarokên din jî nemirin" li ser sînorê Kobanê nobatê digire wiha got: "Çeteyê DAIŞ'ê siwar hatin dê peya biçin. Kobanê dê demek nêzîk de azad bibe û em ê jî bi berxwedêran re biçin bajar ji nûve ava bikin." 

Nobeta ku li gundê Mahsera li ser sînorê Kobanê cih digire tê girtin kesên ku çîrokên wan ên cuda hene tên gel hev û li wir kom dibin û deng didin berxwedanê. Yek ji van Halîme Tekîne. Halîme di şerê ku li Kurdistanê tê meşandin de hevjînê xwe û 2 zarokên xwe winda kiriye. Halîme ji Dîlokê hatiye ser sînor û ji bo ku hin zarokên din jî weke zarokê wê di şer de nemirin tevli çalakiya nobetê bûye. 

'Leşkeran hevjînê wê qetilkir, zarokên wê tevli PKK'ê bûn'

Di salên 1990'î de bi îdiaya ku alîkariya PKK'ê kiriye hevjînê wê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin. 2 kurê wê piştî qetilkirina bavê xwe tevli PKK'ê bûn. Halîme a ku 2 zarokên xwe di şer de winda kiriye diyar kir ku ji ber ku wijdana wê qebûl nekireye malê bisekine û li hemberî şerê Kobanê nikarîbû bêdeng bimîne hatiye sînor û tevli çalakiya nobetê bûye. 

'Siwar hatin dê peya biçin'

Halîme anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê bi dewleta tirk re kiriye armanç kuk Kobanê bi dest bixin û wiha got: "Ji bo me Kobanê. Efrîn, Şengal û her çar parçeyên Kurdistanê wek hev in. Kurd li her deverê belav bûne û bi rêxistinkirî xebatên xwe didomînin. Çeteyan xwest pariyê mezin daqurtînin lê nikarîbûn. Çeteyê DAIŞ'ê gotin em ê Kobanê bi dest bixin û nimêja înê li wir bikin lê wek wan xwest nebû. Ew siwar hstin lê peya ji vir biçin." 

'Bi şerkirinê hêza me zêde dibe'

Halîme hestên xwe wiha anî ser ziman: "Çi ji destê me tê em ê bikin. Em ê nobeta xwe jî bigirin û xebatên xwe jî bidin meşandin. Hetanî Kobanê azad nebe em ser sînor naçin. Ji bo jinûve avakirina Kobanê em ê jî bi welatiyên Kobanê re biçin. Piştî berxwedana Kobanê ku me jê re şahidî kir û di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de hate hilweşandin em ê bi destên xwe ji nû ve ava bikin." 

(zt)