Ji bo welatiyên Kobanê banga bihistiyariyê

11:42

 


JINHA


RIHA  - Koordînasyona Navendî ya Şengal û Kobanê, ji bo pêdiviyên zivistanê yên welatiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê hatine Pirsûsê bangawazî kir. Endamê Koordînasyonê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku divê bihistiyarî bû zêdekirin û hemû kes kes bên sînor û Kobanêya di bin bombebaranê de ye bibînin û drama welatiyên ji Kobanê hatine Pirsûsê fêm bikin. 

Li Pirsûsê ji bo welatiyên ji Kobanê hatine du mehan zêdetir e bi ruhê seferberiyê xebat tên kirin. Koordînasyona Navendî ya Şengal û Kobanê ya ji bo welatiyên ji Kobanê û Şengalê koçber bûne û hatine xebatên xwe zêde kir, alîkariyên ji çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê tên bi awayeke adil û organîze belav dikin. Endamên Komîsyona Rêvberiyên Herêmî û PM a DBP'ê Huseyîn Yilmaz ê di heman demê de endamê Koordînasyona Navendî ya Şengal û Kobanê ye pêdiviyên bingehîn ên welatiyan û tiştên ku dijîn parve kir. 

Huseyîn anî ziman ku bi koçberiya welatiyên Kobanê li Pirsûsê 5 konbajar hatine avakirin û 8-10 hezar welatiyên Kobanê yên ku bikaribin bi cih bibin jî konbajarê 6'emîn vekin, ji bo vê yekê amadekariyan dikin. Huseyîn bilêv kir ku konên ji aliyê Heyva Sor ve hatine şandin binesaziya wan hatiye avakirin û li konbajar hatine bicihkirin. Huseyîn got ku wan ji bo welatiyên Kobanê kordînasyoneke navendî ava kirine û ev tişt anî ziman: "Em pêdiviyên welatiyên Kobanê li ser koordînasyona navendî ve hewl didin bi cih bînin. Heta niha pêdiviyên lezgîn betanî, sobe û cil in. Niha têrê dikin. Îro şunda divê zaxire bên şandin. Niha stonk kêm bûne, pêdivî bi vê heye. Di serî de birinc, nok, fasulî, rûn, zeytun, penêr û mamaya zarokan pêdiviyên lezgîn in." Huseyîn di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Me bihistiye ku saziyên cuda dest bi komkirina alîkariyan kirine. Ji bilî saziyên ku me avakirine em naxwazin alîkarî bên kirin. Kordînasyona ku me ava kiriye pere kom nake. Bêhtir zaxire digirin. Em dixwazin alîkarî bi riya kordînasyona me bê kirin." Huseyîn destnîşan kir ku yên ku dixwazin alîkariya pere bidin li ser hesabê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bên kirin, jibilî vê divê tu saziyan û şexsan alîkarî neyên kirin û ev vê yekê rast nabînin.

Ji bo dramê fem bikin ber bi Pirsûsê ve!

Huseyîn got ku ew li ber yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane bejna xwe ditewînin û têkoşîna li Kobanê tê dayîn tenê bi nasnameya kurdan nayê dayîn di heman demê de ji bo gelê cihanê ye. Huseyîn diyar kir ku ligel ku li Kobanê mirov bi awayeke hovane tên qetilkirin jî dengê tê derxistin zêde nîn e û wiha axivî: "Li Kobanê têkoşîneke bi rûmet tê dayîn. Kobanê hem ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdan hem jî nasnameyên cuda yên li Rojhilata Navîn misogerî ye."

Huseyîne xwest hemû kes bên sînor û Kobanê ya di bin bombebaranê de ye bibînin û drama ku welatiyên Kobanê yên hatine Pirsûsê dijîn bibîne.

(zt)