Ji berxwedana 85 rojan re silav

11:44

JINHA


RIHA  - Li Kobanê berxwedan di roja 85'an de berdewam dike û welatiyên li gundên Mehser û Misaaynterê nobeta berxwedanê digirin weke her roj serê sibê zincîra mirovan pêk anî û şervanên YPG û YPJ'ê silav kirin.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ya Kobanê di roja 85'an de berdewam dike û welatiyên li sînorê Kobanê û Pirsûsê nobeta berxwedanê digirin jî çalakiya didomînin. Welatiyên tevlî nobeta berxwedanê bûn weke her roj serê sibê zincîra mirovan pêk anî. Welatiyên li gundên Mehser û Miseynterê di nobetê de destên hev girtin û bi dirûşmeyên berz kirin berxwedana Kobanê silav kirin.

Piştî rêzgirtinê welatiyan dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPG/YPJ", "Biji Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin.


(zt)