Xwendekaran nobeta ser sînor dewr girtin
11:51
JINHA
RIHA - Nobeta berxwedanê ya ji bo piştgiriya şervanên YPG û YPJ'ê li gundên Mehser û Miseynterê bi beşdarbûnên nû berdewam dike. Bi sedan xwendekarên ji zanîngehên Êlih, Çukurova û Çewlikê hatin bi gotina "Xwedîlêderketina Kobanê pirsgirêka wijdanî ye" nobeta sînor dewr girt.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê roja 84'emîn li pey xwe hişt û nobeta berxwedanê ya li sînor jî bi bîryariyeke mezin didome. Xwendekarên ji Êlih, Çewlik û Çukurovayê hatine li gundê Mehserê ji bo piştgiriya berxwedanê dest bi nobetê bigirin. Xwendekaran bang li hemabû kesên bihistiyar kirin ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin.
Xwendekara Zanîngeha Çukurovayê Muzeyyen Onar diyar kir ku wan bi komeke ji 200 kesan pêk tê nobet dewr girtine û wiha axivî: "Beriya em bên vir me dixwend, temaşe dikir û guhdar dikir lê piştî ku em hatin vir tiştên ku tên jiyîn bi awayeke zelal dît. Ev hesteke cuda ye. Divê atmosfera ku me li vir dît xwendekarên din ên zanîngehan jî û kesên din jî bên vê derê bibînin."
Dê li dijî tiştên li Kobanê diqewime bêdeng nemînin!
Xwendekarê Zanîngeha Çukurovayê Fahrî Kiliç jî diyar kir ku armanca wan ew e ku li dijî tiştên li sînor diqewimin bêdeng nemînin û sînor vala nehêlin û wiha axivî: "Divê hemû hevalên me yên li zanîngehan dixwînin nêzîkatiyeke nîşan bidin. Divê em ciwan di bin baneke de bên cem hev û li dijî neheqiyan dengên xwe derxînin. Ez berxwedana dîrokî ya şervanên YPG û YPJ'ê pîroz dikim û baweriya min ew e ku dê bi ser kevin. Bi taybetî em xwendekarên zanîngehan di zanebûna vê yekê de bin. Ancax em dikarin bi vî rengî bi ser kevin."
Xwendekara Zanîngeha Bîngolê Abdullah Çîftyurek jî got ku ji bo tiştên diqewimin bi çavên xwe ve bibîne û di demeke kurt be jî di nava berxwedanê de cih bigirin hatine û wiha berdewam kir: "Xwedîlêderketina Kobanê pirsgirêka wijdanî ye. Divê hemû xwendekarên zanîngehan bên vê derê bibînin û demeke kurt be jî li hemberî berxwedanê bêdeng nemîne û piştgiriyê bidin em vê yekê dixwazin. Em bang li hemû gelên cihanê dikin ku ji bo têk birina êrîşên çeteyên kujer xwedî li vê dere derkevin."
Xwendekarê bi navê Serdar Guzel ê ji Zanîngeha Batmanê hatiye jî bilêv kir ku ew li dijî lîstikên li hemberî gelê kurd hatiye tevli berxwedanê bûye û wiha got: "Divê hemû kes bên vir û dengê ji hêzên YPG û YPJ'ê re bidin bihistandin. Em wekî fîzîkî ne li cem wan bin jî di warê manewî de em dixwazin bi wan re bin. Em bang li hemû hevalên xwe yên li zanîngehan dixwînin û hemû ciwanên welatparêz dikin ku li dijî van lîstikên qirêj bêdeng nemînin."
(zt)

