Tu bahane nikare qetilkirina jinekê mafdar derxe’
12:39
JINHA
WAN – Din ava vê hefteya dawiyê de li Wanê şeş jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin. Têkela DOKH’ê li Payîzovayê zêdebûna qetilkirinên jinan tayîbetî di vê dama dawiyê de bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de Endama Meclisa Şaredariya Payîzavayê Handan Karakoyun diyar kir ku wê li hemberî van qirkirinên jinan tekoşîna xwe bilind bikin û wiha got: “Divê her kes vê bizanin ku tu bahane nabe sedema qetilkirina jinan.”
Di vê hefteya dawiyê de li Wanê şeş jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin. Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê di dema dawiyê de zêdebûna qetilkirinên jinan li Payîzavayê bi daxwiyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya Atolyeya Berikan ya Şaredariyê hat dayîn. Hevşaredara Payîzavayê Yildiz Çetîn, endamên Meclis a Şaredariyê û gelek jin beşdarbûn. Endama Meclisa Şaredariyê Handan Karakoyun ser navê jinan axivî. Handan diyar kir ku pêşengê afirandina jiyana nû ya Rojhilata Navîn bikin û wiha domand: “Hişmendiya heyî bi awayê herî hovane tola xwe ji jinên pêşengiya jiyana nû dikin digire. Ew difikirin ku dê bi tecawîzê, kolekirina jinan û li bazaran firotina wan pêşî li helwesta jinan ya avakirina jiyana azad bigirin. Heger ku zarokên keç yên biçuk jî di bazara koleyan de tên firotin, despêkê dewleta ku em di navê de jiyan dikin û hemû cîhan li hemberî van kirinan bêdeng dimînin, wê demê ev tê wateya bi veşartî piştgirî kirina wê hovîtiyê ye.”
‘Tu bahane nikare bibe sedema qetilkirina jinan’
Handan di berdewama axaftina xwe de balkişand ser di demên dawî de zêdebûna qetilkirinên jinan bi navê “namusê” û wiha berdewam kir: “Bila her kes vê baş bizane tu bahane nabe sedema qetilkirina jinan.”
Handan wiha axaftina xwe dom kir: “Di van demên dawiyê de bi tayîbetî bi hatina Hikumeta AKP’ê ya deshilatiyê heya niha her ku diçe qetilkirinên jinan zêde dibin. “ Handan anî ziman ku heger di vê hefteya dawiyê de tenê li Wanê şeş jin hatin qetilkirin. Handan bilêv kir ku dê tekoşîna xwe berdewam bikin heya avakirina jiyana nû û azad gav paş de ne avêjin.
Piştî daxuyaniyê Hevşaredara Payîzavayê Yildiz Çetîn jî diyar kir ku wan dest bi xebatek ya li hemberî qetilkirinên jinan dayîna hişmendiyê kirine, dê mal bi mal bigerin û xebatên xwe berdewam bikin.
Piştî daxuyaniyê jin belavbûn.
(zt)

