Li Bûrsayê jinek ji qata 7'an ket û jiyana xwe ji dest da
12:47
Kanûn
8
/ 2014
JINHA
BURSA - Tê îdîa kirin ku,li Bursayê jina bi navê Yeşîm Yilmaz ji qata 7'an ya avahiyê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.
Tê îdîa kirin ku, li Bursayê Yeşîm Yilmaza (42) ji qata 7'an ya avahiya mala xwe ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyan, bûyer vê sibê saet 04,45'de qewimiye, piştî bûyerê cenazeya Yeşîm ji aliyê ekîba tenduristiyê ve rakirin Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Şevket Yılmaz a Bursayê.
Derbarê bûyerê de lêkolîn didome.
(rt/zt)

