Fatma Arslana ku dihate îdîa kirin wendaye mirî hat dîtin

13:45

JINHA


ORDU - Li Orduyê  tê îdîa kirin ku, Fatma Arslana berî 17 rojan li ber deriyê mala xwe wenda bûye. Di encama lêkolînê de şevê din cenazeyê Fatma di hundirê çalek de hatiye dîtin.


Li Navçeya Aybasti ya Orduyê hat îdîa kirin ku jina (80) Fatma Arslan berî 17 roj li ber deriê mala xwe winda bibû û ji bo dîtina Fatma xebatên lêkolînê hatibû destpêkirin. Li gorî agahiya,cenazeyê Fatma şevê din di hûndirê çalekê de hatiye dîtin. Piştî lêkolîna Dozgerê Komarê cenazeyê Fatma ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Adliyê ya Trabzonê.Derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam dike.


Di heman demê de dîsan, li Aybastiyê tê îdîa kirin ku berî 8 mehan jina bi navê Havva Çetînkaya yê (85) ew jî li ber deriyê mala xwe winda bûye û derbarê Havva de hîna agahî tûneye.Lêkolîna di derbara bûyera Hevva de dest pêkiribû hîna didome.


(rt/zt)