Nûçegihan DÎHA yê Bêrîtan Yildiztan hati binçav kirin

14:14

 


JINHA


COLEMÊRG - Li Colemêrgê nuçegihana DÎHA yê ya stajyer Bêrîtan Yildiztan dema nûçe dişopandin hat binçavkirin.

Li navçeya Gevera Colemêrgê ji bo Rojhat Ozdel yê berî niha du rojan ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin meş hat kirin û piştî meşê bûyer derket. Di bûyerê de Nûçegihana stajyer  ya Ajansa Nûçeyan ya Dîcle (DÎHA) ê Bêrîtan Yildiztan li Kolana Bariş ji aliyê polîsan de hat binçavkirin. Xebatkarên çapemeniyê bertek nîşanî binçavkirina Bêrîtan dan, polîsan jî li hemberî bertekan çek bi kar anî û rojnameger tehdît kirin. Dema polîsan çek bi kar anîn Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Dogan Behcet Dalmaz jî birîndar bû. Li gel hemû bertekên rojnamegeran jî Bêrîtan birin Midûriyeta Polîsan. 

(zt)