Eren Keskin: Heya ru bi ru bûn nebe pirsgirêk çareser nabin
09:39
Mizgin Tabu/JINHA
STENBOL – Parêzvana mafê mirovan Parêzer Eren Keskin balkişand ser 10’ê Kanunê Roja Mafê Mirovan û got: “Di sala 2014’an de jî hîna pisgirêkên me yên bi dewletê re nehatine çareserkirin û hîna nehatin nêzî çareweriyê jî.” Eren diyar kir ku ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin divê bi demboriyê re ru bir u bûn çêbibe.
Girêdayî 10’ê Kanunê û ketina Hefteya Mafê Mirovan Parêzvana mafê mirovan Patêzer Eren Keskin ser binpêkirinên mafên mirovan yên dewletê kirine, pêvajoya çareseriyê, dibin sîbera şer de mexdurên koçberiyê jin û zarok nirxandin kir. Eren girêdayî Hefteya Mafê Mirovan û dewlet niha li ku sekiniye wiha dibêje: “Em dibînin k udi Hefteya Mafê Mirovan ya sala 2014’an de jî hîna dewletê pisgirêka me ya mezin çareser nekiriye û hîna qet nêzî çareseriyê jî nebûye.” Eren da zanîn ku dê îsal jî Hefteya Mafê Mirovan li Kurdistan û Tirkiyê bi binpêkirinên mafan bê rojevê.
‘Li gel pêvajoya çareseriyê jî binpêkirinên mafan berdewam dikin’
Eren sala 1915’an bibîr xist û destnîşan kir ku heya Tirkiye bi demboriyê re ru bir u nebe dê tu pirsgirêkan jî çareser neke û wiha domand: “Em qala dewletek ya ku ser qirkirinên nijadî hatiye avakirin dikin. Em qala komarek ya ku gelê xiristiyan û hemû gelên ne misilman di qirkirinên nijadî re derbas kirine û dest dane ser hemû mal û heyînên wan dikin.” Eren qirkirina Dêrsimê jî bi bîrxist û derbirî ku dewlet bi van hemûyan nema vê carê jî mekanîzmaya qirkirinê ser kurdan berdewam kir û wiha berdewam kir: “Bêguman di serê van hemûyan de kurd tên. Heya îro her dem bi neçareserkirinê pirsgirêka kurdan paşde dixe. Îro em qala pêvajoyek ya çareseriyê dikin, lê hîna em weke parêzvanên mafê mirovan rastî binpêkirinên mafan tên.”
‘Jin di hiquqa fermî û xistina meryetê de pirsgirêkan dikişînin’
Eren axaftina xwe wiha dom kir: “Bi tayîbetî jî di aliyê jinan de rewş hîn zêdetir girantire. Her çendî k udi aliyê hiquqa nivîskî de guherîn hebin jî lê di xistina meryetê de jin pirsgirêkên mezin jiyan dikin.” Eren bilêv kir k udi aliyê cînayetên jinan de dewlet berpirsyariyên xwe nayîne cîh û wiha got: “Gelek pirsgirêkên bi hebûna şer re derketîne yên weke koça bi darê zorê binpêkirinên mafan yên ser koçberan û gelek pirsgirêkên dinê hene. Em anîna ziman ya van tevan berdewam bikin.”
Eren banga bi demboriyê re ru bi rubûnê li Tirkiyê kir û wiha domand: “Heger bi rastî pêvajoyek ya çareseriyê heye wê demê divê şertên hevdîtinê bi Rêberê PKK’ê Abdullha Ocalan û Komara Dewletê re wekhev be û hemû sazumaniya PKK’ê di pêvajoya çareseriyê de cîh bigire. Divê dewlet berpirsyariya xwe bîne cîh.”
‘Aliyê tekoşîna mafê mirovan yê siyasî jî heye’
Sekretera Şaxa ÎHD a Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak jî aliyê tekoşîna mafê mirovan yê siyasî nirxand û wiha domkir: “Tekoşîna Mafê Mirovan ya ÎHD’ê bi gelek têgihên wekek failên kiryar nediyar yên k udi herêma civakî de tên nirxandin û nîqaş kirin û windahiyên dibin çavan de hat rojevê. Di vê pêvajoyê de ÎHD bû hedefa dewletê.” Zeynep siyokastoya li hember Serokê Girştiyê Berê yê ÎHD’ê Akin Birdal jî bibîr xist û wiha berdewam kir: “Emê din ava 10 û 17’ê Kanunê de di sala 2014’an de jî 66’emîn salvegera Hefteya Mafê Mirovan bernameyekê amade bikin.”
(zt)

