'Gelê Kobanê tê bişavtin'
10:00
JINHA
RIHA - Konbajarên bi pêşengiya şaredariyên DBP li Pirsûsê 5 konbajar hatibûn avakirin û ji ber ku têrî penaberan nekiriye dê 8 û 10 hezar kon bê vekirin ji aliyê walîtiya Rihayê û Qeymeqamtiya Pirsûsê hat astengirin. Endamê PM yê DBP û hevşaredera Pirsûsê li ser mijarê nirxandin kirin û diyar kirin ku li konbajarên AFAD'ê dersên erebî tên dayîn û tê xwestin ku zimanê kurdî bi bişavtin bikin û hevgirtina wan xerabikin.
Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hatina wanî Pirsûsê hîn didome. Ji ber ku Pirsûs nêzîkî wan e gişa berên xwe didin Pirsûsê. Alîkarên di pêşiyê de bi alîkariyênŞaredariyên DBP'ê ji 4 perçên Kurdîstanê û Evrûpa yê konbajarên Arîn Mîrxan,Kobanê, Rojava, Kader Ortakaya û Necat Sûphî Agirnaslî 5 konbajar hetin vekirin. Nêzîkî 20 hezar kesên li van konbajaran dimînin ji ber ku besî wan nekir ji aliyê Şaredariya Pirsûsê li gundê Kulunçê de ji bo gelê Kobanê re amadekarî tên kirin. Konbajarê mehek berê destpê kiri bû bingehî ya wê qediya ye û ji bo konvedanê amade ye. Waliyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê bi sedema "Ewlehiyê" nahêlin bê vekirin û dê ji aliyen dewletê konbajarekî hijmara wî 30 hezar kes dê bê vekirin. Endamê PM ya DBP û hevşaredara Pirsûsê anîn ziman ku dewlet bi awayekî zane pêk tînin û dixwazin û rêxistiniyan wan xerabikin.
'Em gavê şûnde navêjin'
Endamê Koordînasyona Navenda Rojava û Şengalê û endamê Komîsyona Rêveberiyên Heremî û endamê PM ya DBP'ê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku dê ji bo gelê Kobanê 8-10 hezar kesên di konan bimînin kone 6'emîn bê vekirin. Huseyîn da zanîn ku bingeha konbajarê 6'emîn qediya ye û ji aliyê walîtiyê tê astengkirin. Huseyîn destnîşan kir ku ji bo vî konan nê vekirin her tiştî dikin sedem û wiha got: "Her tim bi hincetekê tên û ji bo vî konan venekin her tiştî dikin. Heta neha li konbjarê me tu bûyerên bi hewceyiya ewlehiyê derneketiye. Ev tişteki nayê pejirandin. Dewleta ku alî Kobanê nakin, nahêlin em jî alî wan bikin. Bi her awayî xebatên me tê astengkirin. Em jî dibêjin tu kes nikare Pirsûs û Kobane ji hev biqetîne. Em her tim li cem birayên xwe ye."
‘Rojekê din jî nikarin rawestin’
Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez jî aşkera kir ku 3 hefte berê 9 hezar 200 kes hatiye û hejmara wan 12 hezar derbas kiriye. Zuhal da zanîn ku her diçe hejmara gelê Kobanê zêde dibe û wiha got: "Her hejmara wan zêde dibe pêdiwiye wan jî zêde dibe. Ji ber vê yekê ji bo cîhê wan me li gundê Kulunçê em amadekariya konbajarekî mezin çêdikin. Walî û qeymeqam ji mer astengkiya çêdikin. Her wiha ji me re dibêjin "Çima hûn çêdikin. Va em çêdikin'. Yanî ji mer dibêjin hûn li hevdu xwedî dernekevin em ê wan gorî xwe mezin bikin. Konê wan jî heta meheke din venabin. "
Tenê zimanê wan maye
Zuhal bi lêv kir ku tenê zimanê wan maye û tê xwestin ku zimanê wan jî ji bîr bikin. Zuhal gotina Qeymeqamê Pirsûsê a goti bû 'hûn li konên xwe zimanê kurdî ferî wan dikin û emjî yên em jî ê erebî rê wan didin' bi bîr xist û wiha pê de çû: "Em dîsa dubare dikin. Kobanê û Pirsûs yek e. Tenê di navbera me de têlên sûnî hene. Gelê Kobanê naxwazin di konbajarên dewletê bimînin. Gelê Kobanê dixwazin bi zimanê fêr bibin. Heta niha kesî ji mere negotiye em dixwazin bi tirkî û erebî hîn bibin. Herî girîng zimanê wan e. Armanca dewletê ew e ku rêxistina me xera bikin û me ji hevdu belav bikin. Bila dewlet dev ji vê feraseta xwe berde. Heta neha di 5 konbajarên me de dewletê ewlehiya me ne girti ye. Em baş zanin bê armanca wan çi ye. Welatiyên li AFAD'ê dimînin jî bê dilê xwe û di bin şert û mercên giran de dijîn. Li vê derê jî dewleta Tirkiyeyê dev ji wan bernadin."
(kom/zt)

