Dê jin hilberînên xwe di 'Mor Market' ê de pêşkêş bikin

10:25

Berîtan Canozer-Berîtan Elyakut/JINHA


AMED – Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak diyar kir ku ji bo Kooperatîfên Jinan bikarin hilberînên xwe yên bi dest çêdikin pêşkêş bikin wan dest bi projeya ‘Mor Marketê’ kiriye û got: “dê Mor Market ji bo kooperatîfên jinan bibe herêma hevbeş ya kirîn û firotinê.”


Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve dest bi projeya “Mor Market” ya ku ji bo kirîn û firotina hilberînên kooperatîfên jinan hatiye kirin. Di Konferansa Jinan ya Rêveberiyên Herêmî de ev proje ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak ve hat pêşniyar kirin. Projeya ku ji aliyê jinan ve baş hat dîtin tê armanc kirin k udi dawiya sala 2015’an de bi dawî bibe. Gultan proje wiha nirxand: “Dê Mor Market ji aliyê jinan ve bi hêsanî bê bi rêvebirin.”


‘Dê bibe muxazeya hevbeş ya saziyên jinan’ 


Gultan anî ziman ku dê weke Şaredariya Bajarê Mezin ser vê projeyê bixebitin û wiha domand: “Me ev proje weke pêşniyar pêşkêşî jinên beşdarî konferansa jinan bûn kirin. Jinan bertekên erênî nîşanî projeyê dan û gelek memnun bûn. Em dizanin ku kooperatîfên jinan bi salane di aliyê hilberîna keda dest de xebatên baş dikin. Lê di aliyê firotina wan û bi destxistina dahata wan de pirsgirêk tên jiyîn. Ji ber wê jî emê weke sazî û kooperatîjên jinan maxazeyên hevbeş vekin. Dê Mor Market ji bo berhemên hemû saziyên jinan be.”


‘Dê Mor Market marqeya jinan be’


Gultan balkişand ser weke marqa xebitandina marketê û wiha dom kir: “Dê Mor Market ji bo hemû behemên sazî û koooperatîfên jinan be. Em difikirin ku dê ev heya dawiyê giring be. Dê ber bi dawiya sala 2015’an de sazumaniya Mor Market bi dawî bibe. Ji bo hilberîn baş bên kirin û weke marka bê amadekirin emê bi sazî û kooperatîfên jinan re hevdîtinana pêkbînin. Do asta bilind de amadekirin û bi rêvebirina wê giringe.”


 (zt)