Dê li Îraqê Konferansa ‘Şideta Ser Jinan’ bê lidarxistin
11:09
JINHA
SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê di Roja Mafê Mirov a Cîhanê de konferansek girêdayî ‘Şideta Ser Jinan’ û jinên Şengalê tê lidarxistin. Konferans wê rojekê berdewam bike û wê 3 panel werin pêşkêşkirin. Di konferansê de mijarên sunetkirina jinan, li Iraqê DAIŞ û şideta ser jinên Êzdî û şideta herêmê bê guftûgokirin.
Roja 10’ê Kanûnê ji aliyê Enstîtûya Lêkolînên Akademîk û Perwerdeya Felsberg (FIBW) û rêxistina WADI ve, bi hevkariya Zanîngeha Kerkûk û Silêmaniyê konfernasek navneteweyî ya ser mijara “Şideta Ser jinan” tê lidarxistin. Konferans bi boneya Roja Mafê Mirov a Cîhanê Roja 10’ê Kanûnê li bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin. Konferans wê rojekê bidome û wê li Zanîngeha Silêmaniyê dest pê bike. Di konferansê de gelek rêxistinên navneteweyî yên mafê mirov, akademîsyenên ji zanîngehên cûda yên Iraq û başûrê Kurdistanê, lêkolînvan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar dibin. Di konferansê wê guftûgo li ser şideta ser jinan were kirin.
‘Şideta ser jinan bi fermî nayê qeyîd kirin’
Komîteya amadekar a konferansê di belavoka li ser konferansê de diyar kir ku şideta li dijî jinê rê li ber êşa derûnî û zayendî vedike û ev jî binpêkirinek mafê mirovane. Komîteya amadekar di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Şideta li Iraqê li dijî jinê pêşdikeve, nahêle ku jin di warê yasayî, civakî, siyasî û aborî de beşdar bibin û karînên xwe nîşan bide. Ji bo şideta li dijî jinê ji holê rabe û di navbera herdu zayendan de hevsengî çêbibe, zayendê pal dide ku wekhevî çêbibe. Ji ber bi awayekî fermî şiddeta li dijî jinê nayê tomarkirin, herku diçe ev şiddet zêdetir dibe.”
Bernama panelê wihaye;
Panela yekemîn:
Di konferansê de wê 3 panel werin pêşkêşkirin. Mijara wê jî Piştî 10 Salane. Li Kurdistanê Kampanya di çarçoveya sinetkirina jinan û li başûrê Iraqê sinneta jinan, lêkolîna rêxistinên Diwaniya û Kut û tekoşîna rêxistina jinan a li Kerkûkê ya bi nave Navenda PANA ku 3 salan li ser vê mijarê lêkolîn kir guftûgo werin kirin. Panel wê ji aliyê çalakvana WADİ Hajê Kelî ve were rêveberirin.
Panela duyemîn:
Di vê panelê de jî wê mijarên li Iraqê DAIŞ û şiddeta li dijî jinên Êzdî, xebatên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li ser kolekirina jinên Êzdî, Civaka Êzdî di dîroka Iraqê de, rewşa Êdiyan û ji bo mexdûr û qurbaniyên Êzdiyan mirov dikare çi bike werin guftûgokirin. Ev panale jî wê ji aliyê çalakvanê rêxistina WADİ Abdullah Sabir Zengene ve were rêveberin.
panela sêyemîn:
Di panela sêyemîn de jî wê mijarên weke şideta herêmî, qeçaxçîtiya mirovan û şideta herêmî, şideta li Herêma Kurdistanê, şideta herêmî ya li Kerkûkê û hewldanên yasayî yên şideta li dijî jinan li Herêma Kurdistanê werin guftûgokirin. Panel wê ji aliyê endamê Enstîtûya Feslber Birgit Svensson ve were rêvebirin.
Axaftina vekirinê wê ji aliyê mamostayê zanîngeha Bexdayê Prof. Selam el-Ebadî ve were kirin û wê li ser şideta li dijî jinan ya li Iraqê baxive.
(zt)

