Piştevaniya Kobanê-Pirsûsê sînorê sunî hilweşandin

11:24

 


JINHA


RIHA - Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçberbûyîn gotin, "Pirsûs Kobanê ye" û neçûn bajarên çûda û li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya nêzî Kobanê bi cih bûn. Pirsûsiyan ji hembêz xwe ji welatiyên Kobanê re vekirin û welatiyên Kobanê ji vê piştevaniyê keyfxweş in.


Kobanê û Pirsûs du bajarên bi sînorên sunî hatin du parçe yên gundên wê li hev in. 86 rojin li her du bajarên bi sînorên sunî hatin cudakirin rojên awarte tên jiyîn. Berxwedana bêhempa ya li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tê dayîn berdewam dike û nifûsa Pirsûsê jî du qat zêdebûn. Welatiyên Kobanê gotin, "Pirsûs Kobanê, Kobanê Pirsûs e" Welatiyên her du bajaran dijîn bi giştî xizmên hev in û ji ber vê yekê ev dirûşme li hewayî namîne. Ji ber vê yekê piraniya Welatiyên Kobanê neçûn bajarên din li Pirsûsê bi cih bûn.


'Gelê Pirsûsê gelek xêrxwaz in'


Welatiya Kobanê ya bi navê Naîle Hame (80) ya ku bi malbata xwe ya ji 12 kesan pêk tê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê û dibêje alîkariyên gelek mezin dibînin.


Jina bi navê Medîne Salîh jî diyar kir ku gelê Pirsûsê ji wan re deriyên xwe vekirin û hewcehiyên wan ên xwarin û vexwarinê bi cih anîn û demek dirêj berê xwe dan wan. Medîne anî ziman ku pirsûsiyan mal dan wan û wiha got: "Dema em hatin ya ji destê pirsûsiyan hat kirin. Kincên me şuştin xwarina me çêkirin. Demek dirêj her tiştê me li holê bû. Piştre bi fikra em ji wan re dibin bar me dest bi çêkirina xwarina xwe û şuştina kincên xwe kir. Her tim jî pirsa rewşa me dikin. Xwedê ji wan razî be."


Jina bi navê Halîme Mustafa jî diyar kir ku gelê Pirsûsê gelek xêrxwaz in ew li vir xwe tenê hîs nakin. Mustafa dîsa jî got daxwaza wê ew e ku şer bi dawî bibe û vegere bajarê xwe.


'Yekîtiya kurdan çêbû'


Jina bi navê Xelîse Mahmut jî diyar kir ku li mala lê dimîne kirayê nade û hemû hewcehiyên wan ji aliyê welatiyên pirsûsê ve hatin dîtin. Xelîse anî ziman ku ew alîkariyên gelê Pirsûsê ji wan re kirin ji bîrnakin. Xelîse da zanîn ku yêkîtiya gelê kurd her roj mezin dibe.


Jina bi navê Hedle Bozo jî diyar kir ku ji roja hatin Pirsûsê heya niha gelê kurd alîkariya wan dike û ji bo êdî zêde nebin bar dixwazin vegerin ser axa xwe.


'Divê hêj bêtir xwedî li kobaniyan bê derketin'


Welatiyê bi navê Mahmut Kiliç (60) ê ku ji Pirsûsê jî diyar kir ku alîkariya ji gelê Kobanê re peywira mirovahiyê ye û her tişt bi wan re parve kir. Mahmut anî ziman ku di çarçoveya derfetan de hemû gelê navçeyê alîkarî kirin.


Welatiyekî din ê Pirsûsê Hasan Altintaş jî diyar kir ku heke welatiyên Kobanê biçin bajarên Tirkiyeyê dê bêxwedî bimînin û perîşan bibin. Hasan anî ziman ku tiştên kirin kêm in û divê hemû kurd hêj bêtir xwedî li welatiyên Kobanê derbikevin.


(rt)