Silava 86 roj ji berxwedêran re
12:10
JINHA
RIHA – Bi sedan welatiyên ku li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê bi destê hev girtin, berê xwe dan Kobanê û berxwedana YPG/YPJ'ê silav kirin.
Bi sedan welatî ji bo piştevaniya berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê li gundên Mehser û Miseynterê nobetê digirin, mîna her rojê îro jî ji bo zincîra mirovan avabikin danê sibê li ser sînor hatin cem hev. Nobedar di roja 86. a berxwedanê de li gundê Mehserê yê li pêşberî herêma Kaniya Kurdan kom bûn, berê xwe dan Kobanê û berxwedan silav kirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda "Çerxa Şoreşê", çalakgeran bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Çalakgeran bi paqijiya hawirdorê dawî li çalakiya xwe ya îro anîn.
