Li Wanê navê 704 gund û taxan hatin vegerandin
12:12
Kanûn
9
/ 2014
JINHA
WAN – Li Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê vegera navê gund û taxan bi dengdanê hat pejirandin. Dê ji niha û şun de di hemû belgeyên nivîskî de navên gund û taxan yên orjînal kurdî, tirkî û ermenî bên nivîsîn.
Di cîvîna mehane ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê de biryar hat girtin ku vegera li navên tax û gundan yên orjînal çêbibin. Bi zêdehiya dengan ev biryar hat pejirandin. Navê 704 gund û taxan hatin vegerandin.
(zt)
