Bi dansa xwe girtina avahiya dîrokî protesto kir

14:35

 


JINHA


STENBOL - Li Kadikoyê Endama Platforma Piştgiriyê ya Caferaga  Gonca Gumuşaya, ji ber girtina avahiya dîrokî ku têde xebatên Platformê pêk dihat bi dansa xwe helwesta polîsan protesto kir.


Li Kadikoyê avahiya dîrokî ya ku Platforma Piştgiriyê ya Caferaga têde xebatê xwe pêktanî ji aliya polîsan ve hate girtin. Serê kolana ku polîsan girtibûn çalakvan li wir hatin ba hev û bi lêdana deholê dest bi dansê kirin. Endama Platformê û hûnermend dansê Gonca Gumuşaya bi dansê bertek nîşanî helwesta polîsan ya ji bo girtina avahiyê da. Hûnermenda dansê Gonca bi dansa xwe re gotina 'Caferaga mala taxameye, ez jî mirovek hesasim. Di rastî de vê dansa ku dikim li pir meydanên din jî min kiriye. Ji bo azadiyê û mirovên ku di tevgerê daye, xeyalên ku bi cisimbûye zindî dikim. Besta min ewin, ez tenê pêbandor bûm. Emê li mala taxa xwe gulan biçînin, dibe ku li cihên cûda jî biçînin. Li esîmanên cûda emê belav bin. Vir were girtin jî, lê cihê cûda wê hebe' bi vî awayî hestên xwe anî ziman.


(rt/zt)