Li Erdemîtan perwerdeya ‘Tenduristiya Jinan’ tê dayîn
15:42
JIINHA
WAN – Bi hevkariya Şaredariya Erdemîtan û Meclisa Tenduristiyê ya KCD’ê li taxên Erdemîntê perwerdeya ‘Tenduristiya Jinan’ tê dayîn.
Bi hevkariya Şaredariya Erdemîtan û Meclisa Tenduristiyê ya KCD’ê li taxên Erdemîntê perwerdeya ‘Tenduristiya Jinan’ tê dayîn. Perwerdeya tenduristiya jinan ya kul i Erdemîtan hatî despêkirin ya despêkê li taxa Şehîd Frat hat dayîn. Di bin pêşengiya Komuna Jinan ya Taxa Şehîd Firat de li Salona Civînan ya Meclisa Gel perwerde hat dayîn. Di perwerdeya hat dayîn de Hevşaredara Erdemîtan Sevil tojbîn Çetîn, endamên Meclis Tendiristiya KCD’ê, endamên Komuna Jinan ya Şehîd Firat, endamên meclisa şaredariyê, personelên şaredariyê jî di navê de gelek jin beşdarî perwerdê bûn.
‘Jin dikare bi naskirina bedena xwe xwe nas bike’
Beriya perwerdê Hevşaredara Erdemîtan Sevil tojbîn Çetîn axaftinek kin kir û diyar kir ku armanca wan ewe pirsgirêkên tenduristiyê tenê bi hêviya nexwşxaneyan ve nehêlin, ew bi xwe li nava gel bigerin û hewil bidin bibin bersiva daxwazên wan.
‘Nexweşiyên biçuk dikarin rê li pêşiya nexwşiyên giran vekin’
Endama Meclisa Tanduristiya KCD’ê Figen Çolakoglu jî da zanîn ku dê bi perwerdeya xwe hewilbidin di derbarê naskirina bedena xwe ya jinan de baldar bin û dê hewil bidin pirsgirêkên biçuk yên talokeya wan heyî tesbît bikin.
Endama Meclisa Tenduristiya KCD’ê Ruken Ormanli, Fatoş Aslan û Figen Çolakoglu girêdayî tenduristiya jinan perwerde dan.
(zt)

