Li Erdîşê jinek ji aliyê diziyê malê ve hat qetil kirin

15:49

JINHA


WAN - Li Wanê Buşra Çîftçî ya ku berî sê mahan zewicîbû, ji aliyê dizê ku ketiye mala wê ve hat qetil kirin. Piştî bûyerê diz tevî zêrên ku ji Buşra dizîbûn hat binçav kirin.


Li Navçeya Erdîşê ya Wanê Buşra Çîftçî ya ku berî sê mehan zewicîbû, ji aliyê dizê ku ketiye mala wê rastî êrîşa hat. Buşra bi derbeyên kêra ya ku ji dil û qirikê xwe xwarî jiyana xwe ji dest da. Bûyer sibê saet 08.00 de qewimî. Cîranên ku li ser dengê Buşra çûn cihê ku bûyerê lê qewimiye,Buşra bi awayek bê rih li erdê dîtin. Li ser îxbara cîranan ekîbên tendûristî û polîs hatin cihê bûyerê. Piştî lêkolîna ekîbên tenduristiyê cenazeya Buşra ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Saziya Tipa Adli ya Wanê. Polîsan piştî bûyerê dest bi lêkolînê kirin. Di encamê de diz tevî zêrê ku ji Buşra dizîne hate bin çav kirin. Derbarê bûyerê de lêkolîn didome.


Ji bo bûyerê hevserê Buşra,Yakup Kizilkaya  diyar kir ku bûyer piştî çûyîn û hatina wê ya ji markêtê  qewimiye û ew ji bo zêrên Buşra ketiye mal.


(rt/zt)