Nûneriya jinan di zanîngehê de dikeve meryetê
08:52
Berîtan Elyakut-Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED – Di zanîngehan de jî pergala hevserokatiyê dikeve meryetê. Li Zanîngeha Dîcleyê jî bi hişmendiya herî zêde jin dikarin di pergala hevserokatiyê de tevlî mekanîzmaya biryargirtinê bibin dest bi avakirina pergala hevserokatiyê kirin.
Diz anîngehan de jî pergala hevserokatiyê dike meryetê. Yek ji Zanîngehên dest bi avakirina pergala hevserokatiyê kirin jî Zanîngeha Dîcleyê ye. Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê girêdayî avakirina pergala hevserokatiyê din ava zanîn gehan de nirxandin kirin û diyar kir ku ji bo jin bi deng û rengê xwe têkevin hemû deverên jiyan û beşdarî mekanîzmayên biryardariyê bibin pêwîstî bi avakirina hervserokatiyê li hemû deveran heye. Ji Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Şerwan Oncu wiha got: “Weke tê zanîn di serî de Tirkiye hemû deverên cîhanê bi pergala hişmendiya mêrane tê bi rêvebirin. Li hemberî vî şêweyê rêveberiyê Rêbertiyê ramana ‘Jiyana hevpar û azad’ daniye holê. Bêguman xistina meryetê ya vê jiyanê jî bi pergala hevserokatiyê gengaze. Em jî ji vê ramanê ketin rê û me din ava zanîngehê de pêdivî bi avakirina pergala hevserokatiyê kir.”
‘Dê bi destê jinan biriyar bên girtin’
Şerwan anî ziman ku heya ew bikarin dê li hemû devera jiyanê vê pergalê bidin jîndar kirin û wiha domand: “Em dizanin ku niha şaredarî û meclisên me bi pergala hevserokatiyê tên rêvebirin. Heya niha jin di qirkirinan re derbazbûne hemû mafên wan ji aliyê meran ve tê dayîna wan. Ev nerêniyane hemû bi pergala hevserokatiyê dikarin bên derbaz kirin.”
‘Divê pergala hevserokatiyê li hemû qadan têkeve meryetê’
Ji Fakulteya Hiquqê Zelal Fidan jî bilêv kir ku divê pergala hevserokatiyê di hemû qadên jiyanê de têkeve meryetê û wiha berdewam kir: “Ji bo zêdetir bihêz bûna ciwanan divê hişmendiya di ferqêdebûna giringiya pergala hervserokatiyê bêdayîn. Em xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê pergala hevserokatiyê dixin meryetê û hêvîdarim zanîngehên dinê jî ji vê pergalê bixin meryetê.”
‘Kêm dîtina nuneriya jinan xetereye’
Zelal balkişand ser plîtîkaya qirêj ya ser zayendperestiyê û wiha dom kir: “Din ava deshilatiya mêran de nûneriya jinan kêm dibe ev jî xetereyek mezine.”
(zt)

