Girtiyê Nexweş İsmail Karataş dibe ku lingê xwe wenda bike!
08:53
Nazan Turtuk / JINHA
ERZIROM – Din ava 550 girtiyên nexweş de 18 girtiyên nexweş jî li Girtîgiha Tîpa H ya Erzurumê dimînin. Yek ji wan girtiyên nexweş jî Îsmail Karataş e. Ji ber nexweşiya helyana hestî dibe ku Îsmaîl lingê xwe yê rastê wenda bike. Malbata Îsmaîl diyar kir ku ji bo Îsmaîl baş bibe divê li nexweşxaneyek baş bê razandin û hêvî ya wan ewe hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.
Yek ji hîmên bingehîn yên pêvajoya çareseriyê û nayên dîtinin girtiyên nexweşin. Li tevahiya girtigehên herêmê û Tirkiyê bi giştî 550 girtiyên nexweş, ji wan rewşa163 girtiyên nexweş girane. Ji 550 girtiyên nexwş 18 li Girtîgeha Tîpa H ya Erzurumê dimînin. Malbatên giriyên nexweş yên ku her roja diçe rewşa wan giran dibe û roj bi roj dihelin rewşa wan vegotin.
‘Heger neyê tedawî kirin dê lingê xwe yê rastê wenda bike’
Ji Girtiyên Nexweş yên li Girtîgeha Tîpa H ya Erzurumê dimînin Îsmaîl Karataş yê ku 7 sal ceza girtiye û ev salek û nîve di girtîgehê de tê girtin e. Birayê Îsmaîl Murat Karataş da zanîn ku nexweşiya birayê wî girane. Murat anî ziman ku nexweşiya birayê wî Îsmaîl helyana hestiye û herger neyê tedawî kirin dê lingê xwe yê rastê wenda bike û wiha domand: “Divê demek beriya demekê Îsmaîl û hemû girtiyên nexweş bên berdan.” Murat balkişand ser zoriyên şert û mercên girtîgehê û wiha berdewam kir: “Dema girtî derdikevin herêma hevbeş jî rastî zordariya îdareya girtîgehê tên. Îdara girtîgehê mudaxeleyî karê wan û herêmên wan yên hevbeş dikin, ji bo wan astengiyan derdixin. Di hindir de birayê min û ji der ve jî em rojên zor dikişînin.”
‘Li gel rapor girtine jî nayên berdan’
Ji Komusyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD a Erzurumê Erdal Ozakçil jî girêdayî şertên zor yên girtîgehan wiha axivî: “Ji despêkê heya niha em rewşên tedawiya girtiyan dişopînin. Bi awayê hiquqî em her dem wan dişopînin. Pirsgirêka wan ya bingehîn tedawînekirina nexweşane. Girtiyên rewşa wan ya tendurustiyê gelek xirab jî nayên tedawî kirin. Li gel nayê derman kirin jî dema ku dinin revîrê kelepçeyê destê wan na vekin û girtî rastî nêzîkatiyên bijîşkan yên nijadperestî tên.”
Erdal balişand ser li gel dayîna raporê jî neberdana girtiyên nexweş û wiha dom kir: “Bi hincetên ‘ji bo rewşên civakî bi metirsîne’ wan di girtîgehê de dihêlin. Ev nêzîkatî dibe sedem ku girtiyên nexweş rastî rewşên nebaş tên û nayên berdan.” Erdal bilêv kir kul i gel van hemûyan jî ji ber rewşa madî tedawiya girtiyan tê asteng kirin.
(zt)

