'Kobanê dê azad bibe û dê ji çeteyên bê esîl bên paqij kirin'
09:12
JINHA
RIHA - Welatiya bi navê Marene Kîledîyon Manûelîon eslê xwe ermeniye û di sala 1979'an de ji bajarê Rihayê koçberî Kobanê bûye neha jî ji ber çeteyên hovane yên DAIŞ'ê disa jî koçber bûye û hatiye Pirsûsê. Kîledîyon gotina çeteyên DAIŞ'ê ya gotibûn 'em ê nimêja cejnê li Kobanê bikin' bi bîr xist û wiha axivî: "DAIŞ her tim digotin em ê bên Kobanê nimêja cejnê bikin, lê ev her tim vala derdiket. Kobanê ev 87 roj têdikoşe û bi saya hêzên YPG'ê ez bawerim ku dê Kobanê azad bibe û ji wan çeteyên bê esîl paqij bibin û em ê dîsa biçin welatê xwe."
Welatiya bi navê Marene Kîledîyon Manûelîon (38) eslê xwe Ermenîye sala 1979'an de ji bajarê Rihayê de koçber bû yî Kobanê bû neha jî ji ber çeteyên hovaneyên DAIŞ'ê disa jî koçber bû ye û hatiye Pirsûsê. Kîledîyon dayka 3 zaroka ye û ji bo li malbata xwe xwedî bike li ciyakî bi navê Kewanî de dixebite û wekî xwarinpêjekê dişuxule. Kîledîyon diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê tu tiştekî wan ne hiştiye û hemû derê wan wêran kiriye. Kîledîyon da zanîn ku dema li Kobanê bû ji aliyê aborîde rewşa wan pir baş bû û nêzîkî 2 meh û nîv di vê koçberî yê gelek zahmetî û êş kişandiye.
'Di rojên xerab gelên Pirsûsê li me xwedî derketin'
Kîledîyon destnîşan kir ku deriyên xwe heta dawiyê vekirinin. Kîledîyon bilêv kir ku heta neha tu nebaşiya kurdan li wan ne hatiye û tu cudatî nexistinin navbera wan û wiha pê de çû: "Ez wek jinek ermenî di nav gelê kurdan de bi salan mame û qet min tu tadeya wan ne gihaştiye me. Dema em hatin Pirsûsê em perîşan bûn. Bi xwedî derketina Pirsûsê me pir kêfxweş kir. Her tim Pirsûs û Kobanê yek e û yên ev têlan xistinin navbera wan nikarin wan ji hevdu biqetînin. Bi alîkariya gelê Pirsûsê em li ser lingan man. Ne ji wan ba bê kî zanîbû em neha li ku derê bana. Ji me re gotin ku 'mala me mala we ye, heta kengî dimînin bimînin'."
'Bi saya hêzên YPG'ê ez bawerim ku dê Kobanê azad bibe'
Kîledîyon gotina çeteyên DAIŞ'ê a got bûn em ê nimêja cejnê li Kobanê bikin bi bîr xist û wiha axivî: "DAIŞ her tim digotin em ê bên Kobanê nimêja cejnê bikin, lê ev her tim vala derket. Berxwedana Kobanê ev 87 roj ji hêla şervanên YPG û YPJ'ê didome. Heke ne ji hêzên YPG'ê bûna niha çeteyên DAIŞ'ê komkujî pêk anîbûna. Dema DAIŞ ketin nav gundên Kobanê bi sedan kes şer jê kirin. Yên reviyan xwe xelas kirin. Malên me û alavên me giş şewitandin. Yên ji wan re dibin dizîn. Ev dijî mirovahiyê ye û nekare mirovan e. Bi saya hêzên YPG'ê ez bawerim ku dê Kobanê azad bibe û ji wan çeteyên bê esîl paqij bibin û em ê dîsa biçin welatê xwe û serkeftina şervanên YPJ-YPG dixwazim."
(kom/zt)
