Li Pirsûsê firina nan ê Kobanê

09:15

 


JINHA


RIHA - Li Pirsûsê firna nanê Kobanê tên çekirin hat avakirin. Firina nanê Kobanê li Pirsûsê ya yekemîn e û her roj 40-50 hezar nan tê lêxistin. Xwediyê firinê Seyfettin Hecî Omer got ku ev firina ji bo pêdiviyên gelê Kobanê yên ji welatên xwe koçber bûne pêk bîne hatiye avakirin û yên jî rewşa wan a aborî tune bin jî bê pere didin wan.

Li Pirsûsê firina nanê Kobanê tên çekirin hat avakirin. Firina nanê Kobanê li Pirsûsê ya yekemîn e û her roj 40-50 hezar nan tê lêxistin. Hemû xebatkarên firinê ji Kobanê ne û 13 kes lê dixebitin. Xwediyê firinê Seyfettin Hecî Omer got ku ev firina ji bo pêdiviyên gelê Kobanî yên ji welatên xwe koçber bûne pêk bîne hatiye avakirin û got ku yên jî rewşa wanî aborî tune bin jî bê pere didin wan. Seyfettin diyar kir ku armanca wî ya herî sereke dilxweşiya gelê Kobanê ye û wiha got: "Min lê nerî gelê me yê Kobanê zêde nikarin bixwin me jî got em ê jî ji bo welatiyên xwe firina nan çêkir. Gelê me jî giştî pê kêfxweş bûne. Her wiha ez jî gelek kêfxweş bûm."

'Divê her kes ji bo Kobanê têbikoşin'

Seyfettin bilêv kir ku nanê wan bi awayekî paqij û hijyenîk tên derxistin û bi mekînê giş tên lêxistin. Seyfettin da zanîn ku nanên xwe li firinê ambalaj dikin û deh nan dixin kîsikan û heba wan bi 1,5 kuruşî difiroşin. Seyfettin got ku berî firinê wekin ew bi xwe diçû nan ji firinê dikiriya û li gelê belav dikir. Seyfettin destnîşan kir ku ji bilî gelê Kobanê yên Pirsûsê jî tên nan distînin û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê welatê me xera kir. Tu tiştek li ser hev ne hiştin. Her der hilweşiya ye. Ji ber vê yekê alîkariya welatiyên me pîroz e. Divê her kes tiştên ji destên wan bê ji gelê me bikin û destên xwe têxin bin kevir. Min jî biryarek da û bi derfetên destên xwe ev firina vekir. Hem gelê me nan jê dixwin û hem jî yên di vê derê de dixebitin jî mesrefa xwe derdixin."

'Gelê Kobnanê ji bilî vî nanî nikarin nanê dinê bixwin'

Xebatkarê firnê Mehmûd Remo jî anî ziman ku vekirina bi vê firinê gelê Kobanê pir kêfxweş bû nin û wiha axivî: "Em gelê Kobanê ji bilî vî nanî em nikarin bixwe. Ji ber vê yekê gelê me yî vê derê bêriya nan ê xwe yî Kobanê kiri bûn. Armaca me ne pere ye, daxwazi ya me ew e ku welatiyên me birçî nemînin. Bila nanê welatê xwe bixwin. Hey ji welatê xwe dûr ketin, bila nanê xwe bixwin." 

Welatiyên bi navê Ehmed Mistefa jî bi vekirina firina nan ê Kobanê li Pirsûsê hatiye vekirin kêf xweş maye û hesreta nanê welatê xwe piçekî jî kêm kiriye. 

(kom/zt)