Sê zarok, dê û bav 15 rojan li dijî DAIŞ'ê şer kirin

10:00

JINHA


  KOBANÊ - Menel Xesen, ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê wan kir bi sê zarok û hevserê xwe re li eniya şer 15 rojan li dijî çeteyan şer kir.Menel anî ziman ku Kobanê ji bo wan her tişt e û hiwa got, "Em amade ne canê xwe, zarokên xwe, malê xwe di oxira Kobanê de bidin. Ji ber ku Kobanê ji bo me her tişt e. Di oxira wê de şehîdbûn rûmet e. Divê êdî her kes vegere û bi berpirsyariyên xwe rabin. Em niha nêzî serketinê ne û em ê azad bibin."


Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedana Kobanê di roja 87'an de dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê di demên dawî de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin û gav bi gav bi pêş ve diçin. Sivîlên li Kobanê jî, li pişt eniya şer, ji bo bersivê bidin pêwîstiyên şervanan û zarokên xwe, li gel hemû zor û zehmetiyan têdikoş in. Xemed Silêman Amar û hevsera wî Menel Xesen ên li eniya paş têdikoş in, bi taybetî ji ciwanên Kobaniyî yên neçar mane xaka xwe biterikînin dixwazin vegerin û têbikoş in.


'Vegerin û yên ku dikarin şerbikin bila şerbikin'


Xemed Silêman Amar diyar kir, ku mirov ji ber zextên DAIŞ'ê derbasî Tirkiyeyê bûne û got, "Gotin qey ew ê li wir jiyaneke rehet bijîn. Lê nizanîbûn ku dijminê esil dewleta Tirk e. Yê li hemberî me şer dike ew in. Ji ber vê yekê bi taybetî bang li ciwanan dikim; Vegerin û yên ji we dikarin şer bikin bila şer bikin, ji ber ku serkftin nêz e. Eger hûn nikaribin şer bikin jî, tişta hûn dikarin bikin, wê bikin. Ez fêm nakim ku mirov çawa dikare xeka xwe biterikîne. Eger hûn jiyaneke azad û bi rûmet dixwazin, divê ku li hemberî zehmetiyan rawestin. Werin û bi me re li dijî dijmin têbikoş in."


Bi sê zarokên xwe re 15 rojan li eniyê şer kir


Hevsera Xemed Mehel Xesen jî da xuyakirin, ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê wan Ziravîke kirin, bi sê zarokên xwe re ew çûye eniya şer cem hevserê xwe şer bikin û got, "Hevalan xwestin me ji eniyê derxînin, lê min biryar da ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe li wir bim. 15 rojan çeteyan gule û bombe li ser me barandin. Dema ez li wir mam min dît ku YPG û YPJ'iyan ji bo me çi kirin, lewma min biryar da ku şer bikim. Lê belê hevalan ji bo parastina zarokên min bi israr em derxistin derveyî eniya şer."


'Ji bo me Kobanê hertişte'


Menel Xesen ragihand, ku piştî hat Kobanê li eniya paş dest bi wezîfeyê kiriye û got, "Niha xwarinê çêdikim û dibim ji hevalên li eniyê. Eger pêwîstî hebe ez amade me rahêjim çekê û şer bikim. Em amade ne canê xwe, zarokên xwe, malê xwe di oxira Kobanê de bidin. Ji ber ku Kobanê ji me her tişt e. Di oxira wê de şehîdbûn rûmet e. Bila êdî her kes vegere û berpirsyariyên xwe bicih bînin. Ji ber ku em niha nêzî serketinê ne û em ê azad bibin."


(rt)