Ayşe: Mizgînî nêz e tevlî înşaya pêvajoya Kobanê bibin

10:30

JINHA


RIHA - Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî berxwedana Kobanê ya 87 rojan nirxand û wiha got: "Di rojên pêş de em dê mizginiyeke mezin bidin gelê xwe." Efendî diyar kir ku piştî tevahiya bajar azad bû dê pêvajoya înşayê bidin destpêkirin û wiha got: "Ji bo înşaya Kobanê ya nû divê hemû kes berpirsiyariya xwe bi cîh bîne." Ayşe bang li hêzên navneteweyî jî kir û wiha axivî: "Divê bi lezgînî korîdora însanî bê vekirin."

Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî berxwedana YPG û YPJ'ê ya 87 rojin li Kobanê berdewam dike nirxand. Ayşe anî ziman ku berxwedaneke weke ya Kobanê li Bakurê Kurdistanê jî hate meşandin û wiha axivî: "Gelê me yê li vir li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ketiye çeperan. Ez spasiyên xwe li jin û ciwanên pêşengiya vê berxwedanê kirin dikim." Ayşe da zanîn ku berxwedana Kobanê nêzî 3 mehane berdewam dike û wiha pê de çû: "Kobanê bi baweriya gelê kurd û çar perçeyên Kurdistanê li ser piyan e."

Banga tevlîbûna refên YPJ'ê hat kirin

Ayşe bilêv kir ku li Bakûrê Kurdistanê bi pêşengiya jinan ligel rewşa hewayê sar çalakiya nobetê berdewam dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gelê me yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dest bi nobetê kirin parastina xwe pêk anîn. Şoreşa Rojava di bin pêşengiya jinê de pêk hat. Heya niha bi pêşengiya YPJ'ê pêk tê. Em teyîsandina vê serkeftinê niha li Pirsûsê jî dibînin. Azadiya Sûriyeyê di destê Kobanê de ye. Azadiya 4 perçeyên Kurdistanê ji azadiya Kobanê re derbas dibe. Ji ber vê yekê jinên kurd li kû derê bin divê berê xwe bidin YPJ'ê. Jinên 70-80 salî di nava YPJ'ê de şer dikin. Jin têkoşîna zarokên xwe dipejirînin û xwedî lê derdikevin. Hemû dayîkên Kurdistanê û şehîdan li ber hemû kesî soza aştî û azadiyê dan. Ji bo vê yêkê têkoşînê didin." Ayşe bang li hemû jinan kir ku tevlî refên YPJ'ê bibin û xebatên xwe bidomînin û wiha got: "Jinên kurd li hemberî desthilatdariyê şer dikin. Em vê yêkê li Bakûrê Kurdistanê dibînin. Jinên Kurd ligel baran, berf û heriyê di nobeta berxwedanê de cihê xwe girtin."

‘Ji sedî 95 Kobanê hilweşiyaye'

Ayşe balkişand ser nobeta berxwedanê ya li gundên Mehser û Miseynterê û wiha axaftina xwe domand: "Em li xeta sînor dibînin. Jinên ciwan û pîr di çalakiyê de cihê xwe digirin. Banga Rêber Apo ya ji bo Kobanê berdewam dike. Ji ber şer berdewam dike ew bang jin, zarok û kesên pîr vegerin Kobanê nakin. Berxwedana Kobanê didome. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê avahiyên Kobanê hilweşiya ne. Ji ber vê yêkê banga me ji bo hemû dewlet û kesên hes ji Kobanê dikin heye. Azadiya Kobanê nêz dibe. Ji ber vê yêkê hemû kes divê bifikire dê çawa alîkariya Kobanê bike. Ji sedî 95 Kobanê hilweşiyaye. Niha cihê kesên dixwazin vegerin lê bimînin tuneye."

'Ji Kobanê re korîdorê vekin'

Ayşe bang li hemû kesên azadiya Kobanê dixwazin kir û wiha got: "Kobanê azad jî bibe hêj nehatiye înşakirin. Em dê di rojên bên de mizgîniyeke mezin bidin. Divê hemû kes bê alîkariya YPG û YPJ'ê bikin. Her roj tevlîbûna ji YPG û YPJ'ê re zêde dibin. Ji bo înşaya Kobanê divê hemû kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne."

Ayşe xwest ku ji bo ketin û derketina Kobanê korîdor bê vekirin û wiha axivî: “Divê hewildaneke Ewropa û rêxistinên mafên mirovan ên ji bo Kobanê re korîdora mirovahî bêvekirin bikin. Da ku welatiyê Kobanê bikare vegerin. Ya herî girîng jî dermankirina birîndarên me ne. Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de deriyê sînor şikest. Derbasbûn hêj bêtir zor ketin."

Ayşe balkişand ser zehmetiyên welatiyên Kobanê yên li Pirsûsê dijîn û wiha pê de çû: "Dewleta tirk alîkariya welatiyên Kobanê yên li Pirsûsê bûn nake. Welatiyên Kobanê yên li kolanan mayîn hene. Ji bo Kobaniyan şaredariyê xwest konbajar vebike lê ev yekê ji aliyê dewleta Tirk ve hate astengkirin.Divê hemû kes helwesata dewleta Tirk a li hemberî Kobaniyan rexne bike û vê yekê qebûl neke. Divê hemû kes xwedî li Kobanê derbikeve."


(rt)