Polîsan êrîşê xwendekarên zanîngeha Dîcleyê kir

12:52

JINHA


AMED - Li Zanîngeha Dîcleyê, di navbera xwendekarên hizbûlahê û komek xwendekar de pevçûn derket. Piştî pevçûnê polîs hatin cihê bûyerê û bi bombeyên gazê êrîşî xwendekaran kir. Gelek xwendekar hatin binçavkirin. 

Li pêş Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê komek endamên Hîzmûlahê û kesên sivîl êrîşî komek xwendekar kirin. Koma xwendekarên ku li Fakulteyê stant vekir rastî mudaxaleya hîzbûlahan hat û niqaş derket. Piştî koma hîzbûllahan êrîşî xwendekarên din kir, polîs jî hatin cihê bûyerê û bi bombeyên gazê piştgirî dan hîzbûllahan. Di êrîşa polîsan de gelek xwendekar hatin binçavkirin. Aloziya li zanîngehê didome. 

(rt)