Aktîvîsta jinan ya Bahreynliyê hat cezakirin

14:15

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Bi hinceta aktîvîst jinan ya Bahreynliyê Zeynep el- Havace yê xwestiye'Serweta Wezîrê karê derve îmha bike'û ' Ji ber heqaret li  Memûr kiriye' salek cezayê girtîgehê lê hat birîn.


Bi îdiaya  aktîvîst jinan ya Bahreynliyê Zeynep el-Hayace xwestiye'Serweta Wezîrê karê hindir îmha bike' û 'Ji ber bi çûk xistin û heqaret li Memûr kiriye' ji aliyê dadgehê ve hate darizandin, salek û 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Li gorî nûçeya rojnameya El-Vasat ya Bahreynê, berî niha jî Zeynep bi îdîaya ku 'Bi şoreşa hember rejîmê reye' li dadgehê hatibû darizandin û cezayê muebedê ya girtîgehê lê hatibû birîn. Cardin Zeynep hefteya borî ji ber ku 'Heqeret li Kral kiriye'3 sal cezayê girtîgehê û 8 hezar dolar pere lê hatiye birîn. Xûşka Zeynep Meryem el Havace jî bi îdîaya 2'ê Kanûnê êrîşî polîsan kiriye cezayê salek girtîgehê lê hatiye birîn.


(rt/zt)