Li Elbakê qetilîamên jinan hat şermezar kirin
17:43
JINHA
WAN -Li Wanê ji ber di nava heftiyek de 7 jin hatine qetil kirin, Aktîvîstên DOKH'ê li Elbakê bûyerên qetilkirinên jinan şermezar kirin.
Li Navçeya Elbakê ya Wanê jinên ku di pêşengiya DOKH'ê de hatibûn ba hev, di nava heftiyek de li bajêr Wanê 7 jinên ku ji aliyê xizmên xwe ve hatibûn qetil kirin şermezar kirin. Bi tevlîbûna aktîvîstên DOKH'ê, Hevseroka Şeredariya Elbakê Aynur Tarhan, Hevseroka Navçê ya HDP'ê Gûlîstan Orhan, endamên Meclîsa jinan û xebatkarên maseya jinan ya Şeredariyê jî di navde li Şerdariya Elbakê civîyan û daxûyanî hate dayîn. Civaknasa Şeredariyê Sezgin Sadak li ser navê jinan axivî û diyar kir ku, di nava salekê de cînayetên ku pêk hatine, weke kabûsek mezin bû û bi navê 'Namûsê'cînayetên ku tên kirin li hember jinan tehlîkeyek pir mezin ava dike. Sezgî da zanîn ku, bi baheneyên cûr be cûr jin ji aliyê hevser û xizmên xwe ve tên qetil kirin û wiha got:”Pêwîste her kes bizane,tû bihane qetil kirina jinan nikare rewa bike.”
'Tûndiya li ser jinan pir zêdebûye'
Sezgîn bal kişand ser zêdebûna tundiyên ser jinan di 10 salên dawî de û wiha domand: "Di nava 10 salan de, tûndiya ser jinan, tacîz, tecewûz û qetil kirina jinan zêde bûye. Di nava 10 mehên vê salê de jî, hijmara jinên ku hatine qetil kirin 255'e. Ev hijmar tenê yên ku bi awayek fermî hatiye eşkere kirine. Em vêca hêjmara jinên ku sûsê întîharê û jinên ku berbi întîharê ve dane kişandine jî bixin hesabê hêjmar wê gelek mezinbe." Sezgî di dawî de diyar kir ku tenê di heftiyekê de li Wanê 7 jin hatine qetil kirin.
(rt/zt)

