Berxwedana Fatmaya Kobanê berdewam dike
09:38
Handan Tufan / JINHA
İZMİR – Fatma Reşad Sido (Sakine) ya ku di salên 1990’an de ji Kobanê beşdarî nava refên PKK’ê bûye û bê navber tekoşîna xwe berdewam dike. Fatma di salên 90’an de tê girtin, ev 20 salin di girtîgehê de tekoşîna xwe berdewam dike û herî dawî jî li Girtîgeha Jinan ya Şakranê dimîne. Malbata Fatma hatin çun hevdîtina wê û diyar kirin ku dê tucarî Kobanê nekeve.
Fatma Reşad Sido (Sakine) ya k udi salên 1990’an de ji Kobanê beşdarî nava refên PKK’ê bûye. Fatma di sala 1997’an de di encama operesonek leşkerî de birîndar tê girtin. Fatma 45 rojan dibin çavan de tê îskence kirin, paşê derdixin dadgehê û cezayê muebetê didinê. Fatma di girtîgehê de sirgunî gelek girtîgehên weke Midyat, Mûş û Sêrtê hatiye kirin. Herî dawî jî Fatma sirgunî Girtîgeha Jinan ya Şakranê hat kirin û niha li wê dimîne. Tekoşîna ku Fatma berî niha 20 salan berdewam kirî, niha jî ji bo Kobanê berdewam dike. Malbata Fatma ji bo biçin hevdîtina wê ji Kobanê hatin Îzmîrê û ew ziyaret kirin. Xwişka Fatma Hazime Mihemmed Sido da zanîn ku hîna di temenê biçuk de wan dayîka xwe wenda kiriye, wan jiyanek bi zor û zehmetî jiyan kirine.
‘Ez bi berxwedana xwişkên xwe serbilindim’
Hazime anî ziman ku despêkê xwişka wê Revan û paşê jî Fatma beşdarî nava refên PKK’ê bûne û wiha domand: “Despêkê Revan û Sakîne liKobanê din ava xebatên partiyê de cîh girtin. Heta ku hêza min hebû min jî alîkarî dida wan. Revan û Sakîne min weke diya xwe didîtin û her dem dihatin ez ziyaret dikirim. Ez bi tekoşîna xwişkên xwe û berxwedana wan serbilindim. Ezê her dem li gel wan bim.” Hazime destnîşan kir ku wê bi lîlandinan xwişkên xwe bi rêdixist. Hazime derbirî ku xwişka wê Revan li Qamuşlo ji bo şoreşa Rojava têdikoşe.
‘Ew rênîşandera mine’
Keça xwişka Fatman Jiyan Mihemmed Sida jî diyar kir ku di tevahiyî jiyana wê de Fatma ji bo wê bûye rênîşandan û wiha berdewam kir: “Îro xeyalê min yê herî mezin derketina xaltiya min Sakîne û vegera wê ya Kobanê ye. Divê ew vegere û em bi hev re ji nû ve tekoşîna xwe bilind bikin.” Birayê Fatma Mihemmed Sido jî da zanîn ku wan mizgîniya berxwedan û serkeftinê ji bo Fatma birine û wiha dom kir: “Hevalên Sakîne niha bi berxwedanek mezin li Kobanê berxwedanê dikin. Dê tucarî DAIŞ û hikumeta AKP’ê biser nekevin û dê tucarî Kobanê nekeve.”
(zt)

