Ji xebatkarên tenduristiyê bangawaziya alîkariya Kobanê
09:49
JINHA
RIHA - Xebatkarên Endamên Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê hatina zivistanê herî zêde pêdiviyên bi betaniyan, sobeyên ceyranê, kincên zivistanê, dergûşên zarokan û zexîreyên zarok û pêdiviyên ji bo jinên ducanî heye. Endamê Tenduristiyê ya KCD'ê Yavuz Çelîk pirsgirêka herî mezin a aşiyê ye û heke ev pirsgirêk bidome herêma Rihayê û gelek deverên Tirkiyeyê dê ji bo nexweşiyê têkeve nava xetereyeke mezin.
Ji 192 hezar welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe terkirin hatin Pirsûsê jê 52 hezar welatî li navenda navçeyê bi piştgiriya welatiyan têkoşîna jiyanê didin. Endamên Meclîsa Tenduristiyê KCD'ê bi hatina zivistanê re herî zêde pêdiviyên bi betaniyan, sobeyên ceyranê, kincên zivistanê, dergûşên zaroka û zexîreyên zarok û pêdiviyên ji bo jinên ducanî heye. Endamê Tenduristiyê ya DTK Yavuz Çelîk diyar kir ku ji bo tenduristiya welatiyên Kobanê li konbjaran digere û ji hevalên nê re pêdivî heye.
'Hewcehiya hevalên amator hene'
Yavuz destnîşan kir ku hewceyî xebatkarên yên amator heye û wiha axivî: "Yên di komîsyona tenduristiyê dimînin divê ji tenduristiyê fahm bikin. Tenduristiyên amator me fêda wê pir ditin. Em hevalên meyî berê di derbarê tenduristiyê xebat meşandiye. Ji bo bi awayeke zane bê lidarxistin. Ji bo alîkarî bigihêje welatiyan em yên zane werin vê derê dê hîn baş be. Ji ber ku zivistan hat pêdiviyên wan jî zêde bûye. Wekî dergûşên zaroka, betaniye, şîr heye. Bi rastî alîkarî wek berê nayên. Ji bo alîkarî qut nebe em bangawaziya xwe dikin. Kî çi ji destên wan tê bila bikin."
'Pirsgirêka herî mezin a aşiyê ye'
Yavuz bi lêv kir ku pirsgirêka herî mezin a aşiyê ye û heke ev pirsgirêka bi domê herema Rihayê û gelek deverên Tirkiyeyê dê ji bo nexweşiyê têkeve xetereyeke mezin û wiha domand: "Aşîkirina zaroka bê pergal tê lêxistin. Ji ber vê yekê gelek nexweşî jî di nav heremê de der bide. Ger ev pirsgirêka çareser nebe dê di pêşerojê de pirsgirêkên mezin derkevin holê."
(kom/zt)

