'Eleqeya li hemberî kampanyayê mezin bû lê her ku diçe ev eleqe kêm dibe'

10:18

 


JINHA


RIHA - Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Rojava û Koordînasyona Alîkariya Kobanê du hefte berê ji bo welatiyên Kobanê yên ji berê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê necarman koçî Pirsûsê bibin û li konbajaran hatin bicihkirin kampanyaya tevkariyê bi eleqeyek mezin dewam dike. Berpirsê Koordînasyona Tevkariya Kobanê Merve Merdane diyar kir ku eleqeya mezin li hemberî kampanya tevkariyê her ku diçe zêde dibe.

Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê a Rojava û Koordînasyona Alîkariya Kobanê heftiyek berê ji bo welatiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman koçî Pirsûsê bikin û di wargehên konan ve dimînin kampanyayek tevkariyê dest pê kir. Welatiyên ji ber êrîşan hatin li Pirsûsê bi cih bûn zêdehiya wan zarok û jinin. Heya niha 200 hezar welatî ji Kobanê penaber bûne û ji van 120 li Pirsûsa Rihayê bi cih bûn. 20 hezar zarok û yên temenê wan di navbera 0-3 pêdiviyên wan nayên dîtin. Bi taybetî ji bo zarokan mama û şîr tên xwestin û divê demildest û bi awayekî bi sazkirî xebat werin meşandin. 

'Li welatiyên Kobanê xwedî dekevin!'

Wezîfedara Koordînasyona Alîkariya Kobanê Merve Merdane got ku dema kampanya destpê kirin ji bo pêdiviyên zarokan "Ji bo zarokan bîberon û dergûşek" û "Mama yek, bîberonek û şîrekî bistînin" destpê kiribûn û wiha got: "Di çarçoveya vê kampanyayê de me gelek fêda wê dîtin. Ji gelek deveran alîkarî gihîşt destên me. Lê mixabin ev tenê têrê nake. Divê gelên herêmê hinekî din hewl bidin û li xwişk û birayên xwe xwedî derkevin û wan di vê demsala zivistanê de bi tenê nehêlin. Kî karibe çi bîne ferq nake. Mama be, bez be, şîr be, dergûş be tiştên wiha bi lez bên dê pir baş be. Yên nikarin dergûşan bişînin karin pereya bişînin ji komîsyona me û bi vî awayî alîkarî bidin. Ji ber ku şert û mercên zivistanê gelek dijwarî jî derket holê. Divê her kes li welatiyê Kobanê xwedî derkeve."

(kom/zt)