'Her bombeya ku tê avêtin di dilê min de diteqe'
10:24
JINHA
RIHA - Welatiyên ku ji Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê ev 87 roj in berxwedan didome koç ber bûne li vî aliyê sînor bi hêviyeke li benda agahiyên xweş ên ji eniyê bên e. Welatiya bi navê Maha Yusuf ê ku 3 zarokên wê li refên YPG'ê ye ji gundê Mehberê venaqete, li benda agahiyên bê ye bi gotina "her bombe wekî di dilê min de diteqe" hestên xwe anî ziman.
Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê axa xwe terikandine û hatine Pirsûsê li benda azadiya bajar in. Welatiya bi navê Maha Yusuf a ku piştî êrîşa çeteyan ji bajar derket 3 zarokên xwe li Kobanê hişt û bi keça xwe ya 12 salî û hevserê xwe ve derbasî vî aliyê sînor bû. Maha Yusuf ji bo ku ji herêma Kaniya Kurdan a jê dayik bûye dûr nekeve li gundê Mehserê bi cih bûye û hestên xwe bi gotina "Her bombe wekî di dilê min de diteqe" tîne ziman. Kurê wê Diyar beriya 3 salan tevli refên YPG'ê bûye. Piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê destpêkiriye jî kurên wê Amed û Mihemet tevli refên YPG'ê bûne.
Maha Yusuf a ku got di rojên êrîş bûye de ji bajar bi zorê hatiye şandin wiha axivî: "Tekane daxwaza me di demeke kin de azadiya Kobanê ye. Ji ber ku em ê vegerin Kobanê min nexwest ez ji vir dur biçim." Maha di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Piştî ku ez ji Kobanê derketim hatim gundê Mehserê ku cihê herî nêz ê li wir e. Dê berê min her tim ber bi Kobanê be. Li vir berxwedana yên ji Kobanê hez dikin heye. Ez jî li vir dema xwe ji bo Kobanê dua dikim û diçim sînor." Maha bilêv kir ku her bombeyê ku tên avêtin wekî di dilê wê de tê teqandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez li dijî hemû dengan bihistiyar im. Her bombeyê ku tê avêtin ez dibêjim gelê li kû derê dikeve. Piştî ku ez karê xwe diqedînim ber bi Kobanê ve diçim û bi seatan li wir rûdinêm."
'Tiştekî din nikarim bifikirim'
Maha a ku bilêv kir ji bilî Kobanê tiştekî nafikire gotinên xwe wiha domand: "Li Pirsûsê xizmên me hene. Deme ez diçim cem wan ji ber ku ji Kobanê dur dikevim rehet nabim. Piştî çend saetan cardin vegeriyam Mehserê. Ez diçim sînor. Dengên ku tên dilê min bişewîtinin jî ji ber ku nêzîk im kêfxweş im.” Maha da zanîn ku di pevçûnan de kurê wê Amed çend caran birîndar bûye û wiha axivî: "Min bihist kurê min çend caran birîndar bûye. Demeke min bihîst ku ji bo tedawiyê hatiye Tirkiyeyê. Min xwest bê cem min. Hat çayek vexwar û cardin çû Kobanê. Hem ji zarokan hem jî ji axê dûr mayîn zehmet e."
Maha got ku wan li Kobanê hemû tiştên xwe winda kirine lê bila canê YPG YPJ'ê saxbe. Maha anî ziman ku qet ciheke wê tunebe jî bila Kobanê azad be tekane daxwaza wê ev e.
(zt)

