Xwesteka serbestkberdana 5 girtiyan hat redkirin

11:08

 


JINHA


RIHA - Serlêdana ji bo serbestkirina di nav xwediyê malê Mustafa Çîçek û 4 birindarên ji Kobanê hati bûn girtin hat redkirin.


Di 4'ê kanûnê de di serdegirtina polîsan de welatiyên birîndar ên ji Kobanê hatine û di qeydên fermî yên AFAD'ê de jî navên wan hene di nav xwediyê malê Mustafa Çîçek û 4 birindar hati bûn girtin. Parêzerên girtiya duh ji bo serbestberdana wan serî li dadgehê dan û serlêdana wan hat redkirin. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngollu diyar kir ku muvkîlên wan 2 jê birîndarin û divê demildest bên berdan. Sevda destnîşan kir ku ji bo birîndarên girtiyan dê hewldana wan bi dome û dê dest ji dozê bernadin.


Sevda da zanîn ku ev girtin bûyerek bêhiquqiye û wiha got: "Em 4 hevalên parêzer li ser vê bê hiquqiyê sekinînin. Ev dijî mirovahiyê ye. 2 kesên birîndar divê bê tedawîkirin. Em pêşiya wê bêhiquqiyê bernadin."


(kom/zt)