Ji ber Yasemîn nehat parastin hat qetil kirin
12:08
JINHA
MÊRSÎN - Yasemîn Çetîner ji ber her car rastî gefa hevserê xwe yê berê dihat, daxweza parastinê kiribû. Lê ji ber ne pêkanîne daxweza Yasemîn a parastinê dema ku ji dibistanê derdiket bi kêran ji aliyê hevserê xwe ve hat qetil kirin.
Îsmaîl Sirri Ocalana ê ku di dibistanek taybet de dixebitî û ji hevjîna xwe Yasemîn Çetîner ya ku berê 1 û nîv hev berdabûn, li ber dibistana seretayî ji aliyê hevserê xwe ve bi kêran hat qetil kirin. Yasemîn ji ber her car rastî gefên hevserê xwe İsmaîl dihat derbarê wîde gilî kiribû û daxweza parastinê kiribû. Lê belê ji ber ne pêk anîna daxweza parastinê Yasemîn hat qetil kirin. İsmaîl li ber derê dibistana seretayî li benda Yasemîn mabû, piştî derketina Yasemîn ji dibistanê ser rê wêde girt û pêre kete gengeşiyê. Li ser vê yekê İsmaîl dest bi tûndiya li Yasemîn kir bi kêrê qetil kir. Welatiyên ku bûyerê dîtin bi daran êrîşê İsmaîl kirin. Kurê Yasemîn Halîl İbramîm Ocelan rastî bûyerê hat û dayika xwe di nava xwînêde li erdê dît. Halîl li ser êşa ku dikêşe hewil da êrîşî bavê xwe bike. Lê İsmaîl li maşîna xwe siwar bû û ji cihê bûyerê dûrket.
Yasemîn li ser rêya nexweşxanê di ambulansê de jiyana xwe ji dest dide. Bandorek pir mezin ser memoste û xwendevanên bûne şahîdê bûyerê kir. Hevalên Yasemîn yên xebatê diyar kirin ku, Yesemîn her car gefan ji hevserê xwe dixwar û wê daxwaza parastinê jî kiribû, lê ji ber ne pêkanîna parastinê Yasemîn hat qetil kirin.
Zilamê kujer jî li taxa Kocahasanli ya di navbera Mêrsîn û Antalya de hat bin çavkirin.
(rt/zt)

