Li Aydinê qetilîama jinan
12:26
JINHA
AYDIN - Li Aydinê mêrê bi navê Hasan Kurtuluş, hevjîna xwe Ayşegûl Kurtuluş bi 35 derbên kêran qetil kir.
Li gorî nûçeya rojnameger Murat Gûrkan, li Navçeya Nazîllî ya Aydinê Pisporê Bîyokimyageriyê Bijîşk Hasan Kurtuluş ê 43 salî hevjîna xwe Ayşegûl Kurtuluş qetil kir. Hasan hevjîna xwe ya 12 salî bi 35 derbên kêrê qetil kir. Ekîbên tendûristiyê û polîs ser giliyê derdor hatin cihê bûyerê û piştî lêkolînê diyar kirin ku Ayşegûl jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Ayşegûl piştî lêkolînê rakirin Morga Nexweşxaneya Saziya Tipa Edli ya Îzmirê, Hasan Kurtuluş jî ji aliya polîsan ve hat bin çavkirin.
(rt/zt)
