‘Şoreşa Rojava di çarçoveya mafê mirov de pêş dikeve’
12:54
JINHA
QAMIŞLO – Bi boneya Roja Mafê Mirovan, ji aliyê Komela Mafê Mirovan a Rojava û Weqfeya Jina Azad ve semînerek hat dayîn. Di semînerê de Endama Komela Mafê Mirova ya Rojava Evîn Cûma bal kişande ser rewşa rewşa mafê mirovan li Rojava û got: “Gelê me yê li rojava ji ber dixwazin bi îradeya xwe ya azad xwedî pergalek xweser be rastî êrîşên naxwazin gel bibin xwedî vîn tên.”
Di çarçova xebatên Komela Mafê Mirovan a Rojava û Weqfeya Jina Azad yên hefteya Mafê Mirovan de semînerek hat dayîn. Semîner li navenda çand û hûnerê ya Mihemed Şêxo ji bo salvegera Roja Mafê Mirovan semîner hat dayîn. Semîner ji aliyê rêvebiriya Weqfa Jina Azad, Heyfa Mihemed hat bi rêvebirin. Li ser navê Komeleya Mafên Mirovan Evîn Cûma, ser navê Weqfeya Jinên Azad Roza Nudem û ser navê Akademiya Hiqûq a Mezobotamya Heyder Qamişlo axivîn. Peyamên ku ji aliyê sazî û partiyên weke Komela Mafê Mirova ya Amedê IHD, Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê, Meclisa Yekîtiya Star, Komela Mafê Mirovan ya Surye, Partiya Çep a Kurdên Surî, Partiya Kesk ya Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, Meclisa Aşîretên Kurd di Kantona Cizîrê de û rêvebiriya giştî ya Erkê Parastina Xweser di Kantona Cizîrê de hatin xwendin.
'Li vir rastiyên herî bi êş yên ku li dijî mafê mirova tê jiyankirin'
Endama Komela Mafê Mirova ya Rojava Evîn Cûma bal kişande ser rewşa Rojava, pirsgirêkên mafê mirovan û wiha domand: "Di demeke ku ser gelê Rojava êrîşên tûnd pêk dihat û hîn jî ev êrîş bi awayek hovane pêktên. Em hewil didin girêdayî binpêkirinên mafan yên li vêderê tên jiyîn raya giştî agahdar bikin. Ji ber li vêderê gel dixwaze bi îrada xwe ya azad xwedî pergalek xweser be, rastî êrîşên ku îradeya vî gelî naxwaze nasbike tên. Di encama van êrîşan de gelê me bi koçberî, birçîbûn, kuştin û talanê re rû bi rû dimînin. Li vir rastiyên herî bi êş yê li dijî mafê mirov tê jiyankirin."
'Şideta heyi pêwîste ku were rawestandin'
Endama Weqfeya Jinên Azad Roza Nûda jî ser mafê jin û zarokan axivî. Roza got ku şideta ser jin û zarokan tê pêkanîn di van salande pir zêde bû û weha berdewam kir: "Em dizanin şidet ne tenê bi awayeke fîzîkiye, şidet di heman demê de di warê derûnî de jî tê pêşxistin. Ev ne tenê ser jina kurd û zarokên kurd tê meşandin, di tevayî cîhanê de ev pirsgirêk giştiye. Lê jin û zarok di rojava de hem di warê fîzîkî hem jî di warê derûnî de pir zêde rû bi rû hatine. Ev ji ber sedemên şerê di rojavayê kurdistanê de tê pêşxistine. Bê gûman şoreşa rojava ya ku niha pêşdikeve di pêşengtiya jina kurd de, herî zêde di warê mafdayina jin û zarokan de gelek pêşketîne.”
'Bilindkirina tekoşîna azadiya gelan'
Li ser navê Akademiya Hiquqê ya Mezobotamya Heyder Qamişlo jî ser xalên giştî yê mafê mirovan axivî û wiha got: "Li gorî madeyên ji bo mafê mirovan hatine diyarkirin dibêjin ku mirov weke hev azad têne dinyayê, bi aqil û wijdan pêwîste ku weke bira bi hev re jiyan bikin. Xala duyemîn jî dibêje nabe sedemên cûdabûna netew, reng û çanda di nava mirovan de cûdabûn were kirin û ev nabe sedemên desthilatdariya yek li ser yê din. Xala siyemîn jî azadî, jiyan û parastina şexsî mafê her mirovî ye. Her wiha weke van sê xalan 3o xal hatine nivîsandin, evana tev di derbarê mafê jiyana mirov de hatine nivîsandin. Rêgezên tê de hatine diyar kirin rastin û îro jî ji bo mirovan pêwîste werin parastin û ji bo xwedî derketina li wan, bilindkirina tekoşîna azadiya gelan bi avakirina pergaleke demokratîk wê li hemberî binpêkirina mafan bi serbikeve."
Dawiyê semîner bi pirs û bersivan bi dawîbû.
(za/zt)

